Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gef li malbatan tên xwarin

Malbatên kesên ku di serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatin qetilkirin rastî gefan tên. Hin malbat cenazeyên xizmên xwe encax bi berdêla pereyan dikarin bigrin.

Navenda Nûçeyan- Di serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê, parêzgehên Sîstan, Belûçîstan û Îranê yên piştî qetilkitina Jîna Emînî berdewam dikin de, gelek welatiyên ku daxwaza azadiyê dikirin, ji aliyê polîs û leşkerên rejîmê ve bi îşkenceyê hatin girtin. Di çalakiyên civakî ku bi sedan welatiyên Îranî û Rojhilat hatin qetilkirin de, rayedarên rejîmê ji malbatan re bi hincetên ‘întehar kir, bi qezayê mir’ mirina bi qeza daxwaz dikin bêdeng bibin, malbatên ku red dikin jî rastî gefê tên.

Tê diyarkirin ku rewşa tenduristiya piraniya welatiyên ku ji ber êrîşên polîs û leşkerên rejîmê birîndar bûne krîtîk e. Her wiha gelek kes tevî bi giranî birîndar in jî ji tirsa girtinê nikarin biçin nexweşxane yan jî navendên tenduristiyê. Hat diyarkirin ku gelek kesên nikaribûn biçin saziyên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Cenazayên xizmên xwe di berdêla pereyan de digrin

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, cenazeyê Samaneh Nîknamê ji Şîrazê ku 25’ê Mijdarê ji aliyê hêzên rejîmê hatibû qetilkirin, radestî malbata wî hat kirin. Tê tomarkirin ku Mahek Haşimî ya 16 salî ji aliyê hêzên rejîmê ve bi gelek derbên copê jiyana xwe ji dest daye. Malbat dibêje ku ew cenazeyê keça xwe bi berdêla pereyekî gelek mezin girtin. Her wiha malbat radigihîne ku der barê negirtina kuştina zarokên xwe de rastî gefê tên.

Şeva borî li Mûchesha girêdayî navçeya Kamyaranê ciwanê bi navê Reza Kazemî yê 16 salî ji aliyê hêzên rejîmê ve hat birîndarkirin. Reza Kazimî li nexweşxaneya Kausar Sinê jiyana xwe ji dest da. Soreş Nîknam ê ji Mehabadê ku hefteya borî ji aliyê hêzên rejîmê ve bi giranî birîndar bûbû, duh jiyana xwe ji dest da.

Ji ber sedema hicabê di 16 saliya xwe de, deh rojan girtî ma

Her wiha Arshia Îmamqolizadeh Alamdarî ya 16 salî ku li bajarê Culfayê bi hinceta ne xistina hicabê hat girtin û deh rojan girtî ma, du roj piştî ku bi kefeletê hat berdan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina bi guman a Arshia Îmamqolizadeh Alamdarî ya ku du roj piştî eşkenceya ku bi rojan ma derket, weke “întihar” hat ragihandin. Li malbata Arshia Îmamqolizadeh Alamdarî, ji bo mijarê ji çapemeniyê re eşkere nekin zext hat kirin û duh cenazeyê wê bi tevlibûna hejmarek kêm a ferdên malbat û xizmên wê hat definkirin.