Konsera hunermend Îlkay Akkaya hat qedexekirin!
Ji Tirkiyeyê konser bi hincetên cuda tên qedexekirin, vê carê jî konsera Îlkay Akkaya di bin navê "ewlehiyê" de hat qedexekirin.
Navenda Nûçeyan- Konsera Îlkay Akkaya a ku Şaredariya Ceyhanê ya Edeneyê li dar dixist, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat qedexekirin.
Ji bo qedexekirina konserê qeymeqamtiyê di nivîsa xwe de hincetên "Ewlehiya giştî, pergala cemaweriyê, ewlehî û asayî" nîşan dan.