Kongra Star teqîna ku duh li Kabîlê rû da şermezar kir

Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongra Star teqîna ku duh li paytexta Afganistan Kabîlê pêk hat û di encamê de 32 zarokan jiyana xwe ji dest dan bi tundî şermezar kir. Her wiha bang li UNICEF’ê kir ku mafên zarokan ên jiyan û perwerdeyê biparêze.

Qamişlo- Duh li paytexta Afganîstanê Kabîlê, cihekî perwerdeyê hat hedefgirtin, di encama wê teqînê de 32 zarokên ku piraniya wan keç bûn di asta seretayî û amadehî de bûn qurbaniyên vê bûyerê û jiyana xwe ji dest dan. Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongra Star der barê vê bûyerê de daxuyaniyek da û îhmala Talîbanê bi tundî şermezar kir.

“32 zarok bûn qurbaniyên îhmala Talîbanê”

Kongra Star di destpêka daxuyaniya xwe de da zanîn ku Tevgera Talîbanê bi hinceta belavkirina îslamê, olperestiyê bi pêş dixe her wiha destnîşan kir ku teqîna li Kabîlê pêk hat encama îhmal û hovîtiya Talîbanê ye û wiha hat gotin: “Ji destpêka dagirkeriya hêzên Talîbanê ve heta niha gelê Afganistanê êşeke mezin dikşîne li hemberî siyasetên ku bi hişmendiyeke olperest li ser wan didin meşandin û vê yekê weke baweriya xwe dibînin. Ev yek di gelek bûyeran de li ser erdê şênber dibe weke bûyera ku duh li Kabîlê qewimî ku teqînek li navendeke perwerdeyê çêbû, di encama wê de zêdetirî 32 zarokên di asta seretayî û amadehî de bûn qurbanên vê belaya ku bi serê mirovahiyê de qewimiye. Qaşo dixwazin fikrên îslamê belav bikin û bi vê hincetê mirovan dikujin, li ser fikreke olperest didin mezinkirin, jixwe mînaka DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê nayê jibîrkirin.”

“Hemû awayên tundiyê li ser gel û jinan didin meşandin”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kiryarên tevgera Talîbanê li ser gel û jinan ku tevahî cureyên tundiyê li ser wan didin meşandin û wiha pê de çû: “Beriya niha jî her deö Afganistan di bin dagirkerî û serweriya gelek hêzan de maye. Gelek caran hatiye dagirkirin û bi salan gelê wê bindest maye. Ji yekitiya Sovyetê bigre heta Emerîka û tevgera Talîbanê, hişemdiyeke wisa ferz dike ku gelan bê îrade bihêle û li gorî xwe perwerde bike. Di heman demê de dixwazin pirsgirêka ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember wê têdikoşe, di roja îro de kûrtir bikin û li ser wê fikirandina mirovan di warê demokrasî û azadiyê de dûr bixin û hemû awayên tundiyê li ser gelan û bi taybetî jinan bidin meşandin.”

“Mafê zarokan ê jiyan û perwerdeyê biparêzin”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bang li UNICEF’ê kir ku mafên zarokan ê jiyan û perwerdeyê biparêze û wiha bi dawî kir: “Em weke Komîteya Perwerdeya Kongra Star vê bûyerê şermezar dikin ku di sedsala 21’an de zarok bê ewle ne û ji perwerdeya xwe bêpar dimînin. Banga me ji UNICEF’ê re  ew e ku mafên zarokan ê jiyan û perwerdeyê biparêzin, encex ev yek jî bi rûniştandina sîstemeke bi ewle be dûrî şer û qirkirinê pêkan be. Her wiha em berpirsyariya vê yekê didin ser milên dewletên navneteweyî ku her dibin sedema gurkirina şeran û ji bo aştiyê tu hewldan û çareserî tune ne.”