Kongra Star: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destana berxwedanê dinivîse

Rêxistina Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li hemû jinên cîhanê kir ku rêxistinbûyîna xwe xurt bikin, cihê xwe di nav şoreşê de bigirin û bibin bersiveke xurt li hemberî êrîş û tindiyê.

Qamişlo – Rêxistina Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê daxuyaniyekê nivîskî da. Kongra Star a bang li hemu jinên cîhanê kir rêxistinbûna xwe xurt bikin, wiha got; “Bi xurtkirina pêşengî, rêxistinbûyin û hêza xweparastina jinê emê sedsala 21'ê veguherînin qonaxa azadiyê jin û gelan. Îdîaya me mezin e, hêviya me xurt e, baweriya me qasî rojê ronî ye.”

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî tûndiya li hemberî Jinan em di serî de hemû jinên têkoşer û şoreşger ku di hundirê malan, di kolanan, di zindanan û di çeperan de ji bo azadiyê berxwe didin silav dikin. Bi taybet jî silavên xwe yên gerim ji jinên Rojhilatê Kurdistanê, Belûcistanê û hemû jinên  Îranê re, ku zêdetirî 2 meh bêhempa di bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de destana berxwedanê dinîvisin, dişînin. Dîsa hemû jin, ji Kurdistanê heta Efxanîstanê, ji Meksîka heta Hîndîstanê, ku di encamê tundiya zilam-dewlet jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. Wek Kongra Star bi dirûşmeya 'Li hemberî hemû cûrên tundiya dewlet û hişmendiya zilam Jin Jiyan Azadî' têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dikin û bang li hemû jinan dikin cihê xwe di nav rêxistinbûyînê bigrin.

‘Tûndiya li ser jinê çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamperest digre’

Tûndiya li ser jinê çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamperest digre. Di heman demê de hemû cûreyên din yên tûndî, ji kedxwarî bigre heta dagirkerî, ji koletî heta komkujiyan, bi desthilatdariya li ser jinê pêş ketin. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî tûndî li ser jinê lazim e hişmendiya zilamperest hedef bigre. Di heman demê de lazim e dewlet ku sazîbûna herî kûr a sîstemê baviksalarî ye wek qilafeta herî xurt ku tundî li ser jinê ji nû ve avadike bê dîtin û pê re têkoşîneke radîkal bê meşandin. Di vê çarçovê de hewl didin destkeftî û mafên jinê ku di encamê têkoşînê hatine stendin ji destê me derbixin, tevgerên jinê tasfiye û entegre sîstemê bikin, berxwedanên jinê bê pêşeng bihêlin û wiha tune bikin.’

‘Şoreşa jinan rastî êrîşên sîstematîk tê’

Ji şoreşa Rojava heta serhildana Rojhilat û gelên Îranê ev rastî ji Kurdistanê belave hemû cîhanê dibe. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî di heman demê de formula efsûndar a şoreşa jinê ye. Şoreşa jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di vê çarçovê de hin temam nebûye, berdewam e. Şoreşa me rojane bi êrîşên cuda rû bi rû dimîne. Di serî de dewleta faşîst û dijminê jin a Tirk bi armanca tasfiye kirina şoreşa me êrîşên qirker di asta şereke berfireh dide meşandin. Di herêmên bin dagirkeriyê de qirkirina jinê pêktîne. Di êrîşên xwe yên îmhayê de bi taybet pêşengtiya jinê hedef digre.

‘Parastina şoreşa jinan ji tundî û êrîşên dagirkeriyê’

Hegemonyaya kûrewî ya modernîteya kapîtalîst di aliyeke de ji ber vê pêşiya êrîşên li ser herêmê me vedike, weke herî dawî di êrîşên dewleta dagirker a Tirk di 20'ê Mijdarê de hate dîtin, û bi xwe jî êrîşên civakî, aborî, siyasî û îdeolojîk pêşdixîne. Yek ji sebebên mutleq kirina sîstema tecrîd û êşkence ya Îmraliyê li ser Rêber Apo wek xwediyê formula Jin Jiyan Azadî jî ev e. Wek Kongra Star em hemû cûreyên tundî li ser jinê, çi ya hêzên dewletê çi ya zîhniyeta Parastina şoreşa jinê tê wateya bilind kirin û mezin kirina rêxistinbûyîna jinê. Tundiya dewlet û hişmendiya zilam li ser jinê tenê bi qanûn nayê tune kirin. Ya girîng kûr kirina hişmendiya azadiya jinê li hemberî hişmendiya zilamê serwer, xurt kirina rêxistinbûyina xweser a jin û hêza xwe parastinê.

‘Em ê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin’

Helwest û bersiva me wek Kongra Star li hemberî hemû cûrên tundî ya li ser jinê jî ev e. Li dijî her êrîşek li ser rastiya şoreşa jinê emê rêxistinbûyîna xwe hin xurtir bikin. Parastina şoreşa jinê tê wateya têkoşîneke radîkal û bêhempa li dijî hemû îfadeyên hişmendiya dewlet-zilamê serwer. Em pêşengê vê têkoşînê şoreşgerî nin. Em şopdarên şehîdên azadiyê nin. Em lêgervanên jiyanê azad di ronahiya felsefeya heqîqatê Rêber Apo nin. Ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî heta Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, em ê duyemîn şoreşa jinê pêk bînin. Bi xurtkirina pêşengî, rêxistinbûyin û hêza xweparastina jinê emê sedsala 21'ê veguherînin qonaxa azadiyê jin û gelan. Îdîaya me mezin e, hêviya me xurt e, baweriya me qasî rojê ronî ye.

‘Di nav şoreşê de cihê xwe bigirin’

Bi vê helwestê têkoşînê em bang dikin li hemû jinan ku cihê xwe di nav şoreşê bigrin. Lazim e yek jin jî bê rêxistin nemîne. Ji ber ku di roja me ya îro de rêxistinbûyîn ji me hemuyan re weke nan û av pêwist e. Derfetên avakirina jiyaneke azad ji her dem xurttir in. Lê di heman demê de xeterî li ser têkoşînên jinan jî pir mezin e. Bi armancê beralî kirina hemû xeteriyan Bi misogerkirina şoreşa jinê sedsala xwe bikin qonaxa azadiya jinê.”