Kongra Star: CPT xwedî erke ku rewşa Îmraliyê bişopîne

Koordînasyona Kongra Star a Rojava ji bo rewşê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û CPT daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin CPT bi erka xwe ranabe û bang li CPT kirin ku li gor erkên xwe divê qanûnê pêk bînin.

Qamişlo – Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) di meha Îlonê ya sala 2022’an de sardana Îmraliyê kiribûn, lê duh Biroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî hevdîtinê ya CPT bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî dan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin pêk neaniye. Têkildarî vê mijarê Koordînasyona Kongra Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî dan.

Daxuyanî wiha bû:

“Tecrîda giran ku li ser Rêber Abdullah Ocalan li îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin bi salaye bê hiqûqiya ku tê kirin hemû pîvanên mirovî, qanûn û hiqûqa navnetewî têne binpê kirin. Tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan giran kirin bi hincet û bihaneyên cuda cuda mafê Rêber Abdullah Ocalan wekî girtiyekî siyasî bi awayekî dij mirovî têne binpê kirin li beramberî vê tecrîda girankirî ku tê meşandin. Berpirsyariya saziyên navnetewî ku xwediyê erkin li beramberî van kiryaran û işkenceya ku li îmraliyê tê meşandin ev sazî hemû bê dengin. Ev demeke dirêje ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û rê nayê dayin ku parêzer û malbata wî hevdîtinê pêre bikin, ev yek metirsî û fikaran li ser rewşê Rêber Apo çêdike.  

CPT xwedî erke ku rewşa îmraliyê bişopîne û bi berpirsyartiya xwe rabe, lê heta niha bi erka xwe ya exlaqî ranebûye ji ber ku erk û berpirsyartiya wane ku van rewşên  însanî  bişopînin. Xuyaye ku ev saziyên navneteweyî û mirovî li gel tecrîda girankirî û bê hiqûqî, bê qanûniya ku tê kirin ji aliyên hinek hêzan ve dîl hatine girtin ji bo wê em banga li CPT dikin bi taybet ku wek saziyek li dijî işkencê li gorî dadgeha mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî û li gorî erka xwe bi awayekî qanûnî pêk bîne. Ev yek erka hemû aliyên peywendîdar ji saziyên navneteweyî yên hiqûqî, rêxistina mafê mirovan û bi taybet CPT ku li dijî siyaseta tecrîd kirin û bê dengkirinê bi awayekî qanûnî bi erka xwe rabin û berpirsyartiya xwe pêk bînin. Li beramberî zelal kirina rewşê Rêber Apo û hemû mafê wî yê qanûnî ku hatine binpê kirin were pêkanîn. Tecrîda ku li ser îmraliyê were rakirin, di nav de mafê hevdîtinê bi parêzer û malbatê re were dayîn û sûcên ku hatin kirin hesab were xwestin.”