Kongra Star a Hesekê: Tecrîd li ser tevahî civakê ye

Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hesekê- 23 sal Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan di zindanê de ye û tecrîdek giran li ser tê meşandin. Îro Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Endam û rêvberên Kongra Star name ji bo rêxistinên mirovî û aliyên pêwendîdar nivsandine û di daxuyaniyê de yek ji wan nameyan hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên ve hate xwendin.

“Tu kes nikare me ji felsefeya Rêber Ocalan dûr bixe”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev 23 sal in Rêber Ocalan di zindanê de ye, dewleta tirk baş dizane ku Rêber Ocalan kilîta çareseriyê ye lewma tecrîdek giran li ser wî dane ferz kirin. Di tu zagonan nayê qebûlkirin ku mirovek ewqas sal di zindanê de bimîne. Em wekî rêxistina Kongra Star em vê tecrîdê bi tundî şrrmezar dikin. Pirsa me ji dewletên navdewletî û rêxistinên mirovî re ew e ku ka mafê Rêber Ocalan? Tu kes nikare me ji felsefeya Rêber Ocalan dûr bixe." 

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

“Em ê li qadan bin”

Piştî daxuyaniyê nameyên ku hatine nivîsandin hat xwendin.

Endama Rêvberiya Kongra Star a navçeya Şedadê Fatima Ehmed yek ji nameyên ku hatine nivsandin xwend û wiha got: "Serokê me em nikarin bi axaftinan hezkirin û girêdana xwe bi te û felsefeya te re ya azad a ku me ji koletî û desthilatdariyê xelas kir îfade bikin. Bi naskirina felsefeya te, jin gavên dîrokî avêtin. Tecrîd û êrîşên ku niha pêk tên li ser jinê û tevahî civakê ye. Em bi felsefeya te bawerin û heya dawî jî ji bo azadiya te em ê li qadan bin."

 “Tecrîd li ser tevahî civakê ye”

Endama Rêvberiya Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Zindan Ehmed tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Tecrîda li ser Rêber Ocalan li dijî tevahî civakê ye. Wekî jinên ji hemû pêkhateyan, em deyndarê felsefeya Rêber Ocalan in û em ê ji bo azadiya wî ya fizikî her li qadan û din ava çalakiyan de bin.