Kongra jinên Ermenî bi ragihandina yekitiyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Piştî qirkirina 107 salan Jinên Ermenî li Sûriyeyê yekitiya xwe raghandin û bi daxuyaniyekê kongreya xwe bi dawî kirin.

Hesekê-Yekitiya Jinên Ermenî cara yekem di dîrokê de kongreya xwe li dar xistin. Kongre bi axaftin û nîqaşên li ser sîstema hundirîn her wiha pêşxistina kar û xebatên ji bo komkirin û rêxistinkirina jinên Ermenî ji tunekirin û windakirinê hat domiya. Di kongreyê de ji bo Rêveberiya Yekitiya Jinên Ermenî Ehadî Qsebiyan hat hilbijartin û ji her kantonê du kes wekî rêveberên Yekitiyê hatin hilbijartin. Di kongreyê de daxuyaniyek ji aliyê endama komîteya amadekar a Kongreya Jinên Ermenî Enahîd qesebiyan ve hat xwendin.

Enahîd Qesebiyan têkildarî kombûna jinên Ermenî wiha axivî: “Kongreya jinên Ermenî piştî kedek mezin ji komkirina jinan ji windakirinê û vegera rastiya xwe di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em yekitiya xwe îlan dikin. Ji ber ku bi yekitiyê hêz û îrade ava dibe, dema ev were avakirin dê tu kes nikaribe me tune bike. Armanca me avakirina civakek saxlem azad li ser bingeha hevjiyana azad e ku em jî wekî gelê Ermen xwedî dîrok, çand, ziman û nasname bin. Bi teybetî mafê jinên Ermenî di avakirina civakê de aktîf be dûrî hişmendiya bavksalarî be. Biryarên ku hatin girtin di kongreyê de ji bo em wekî Yekitiya Jinên Ermen li dijî sîstema desthilatdar û hişmendiya bavksalarî kar û xebat bikin da ku em bigihîjin azadiya jin û civakê. Em bang li dewletên Navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku komkujiya 1915’an were vekirin û wekî sûcekî şer li dijî gelê Ermen were diyarkirin û li ser hisab were xwestin. Di heman demê de êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama siyaseta qirkirinê ya sala 1915’an e lewma em bang li rêxistinên mirovî û dewletan dikin ku rê li ber kiryarên dewleta tirk bigrin ji ber ku dewleta tirk planên qirkirinê yên desthilatdariya Osmanî berdewam dike. Ji bo parastina zarokên me ji êrîşên hovane yên dewleta tirk em bang dikin ku qedexekirinek hewayî li herêmên me pêk were. Ev êrîş û komkojiyên ku pêk tên dewletên NATO’yê berpirsyarên wê ne lewma bêdeng in.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan azadî”, “Bijî yekîtî” bi dawî bû.