Konferansa bi navê Komara Demokratîk dest pê kir

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di konferansa Komara Demokratîk de axivî û diyar kir ku wê ev komar bibe kilîta hemû pirsgirêkan û bi bîr xist ku divê ji 7’ê heta 70’ê salî xwe bi rêxistin bikin di komara demokratîk de bibin xwedî erk.

Stenbol- Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve hatiye organîzekirin li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê dest pê kir. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û gelek kes beşdar bûn. Konferansê bi axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ve hat destkirin. Piştî axaftina Mithat Sancar Pervîn Buldan mafê axaftinê girt û bi Kurdî û Tirkî beşdaran silav kir.

‘Em ê di fikrên hevbeş de bigihîjin hev’

Pervîn Buldan diyar kir ku wê konfarans du rojan bidome û wiha got: “Em ê li konferansê bi nîqaşên hêja ku wê du rojan bidomin, rêbazên anîna ba hev komarê û demokrasiyê biaxivin, nîqaş bikin û bi fikrên hevpar werin ba hev. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan, konferansê weke destpêkek nû digrin dest. Em ê di pêvajoya li pêş de, konferansên Komara Demokratîk bi beşdariyên hîn berfirehtir û hevdîtinên temayî, bidomînin. Encamên konferansê wê ji bo xebatên me yên piştî vê jî bibe çirûskek girîng û em ê li pey şopa vê ronahiyê bimeşin.”

‘Em ê têkoşîna demokratîk mezin bikin’

Pervîn Buldan destnîşan kir ku di pêvajoya şer, mêtingerî, xizanî, krîzên civakî li ser hev diqewimin de, ji bo em bi hev re ji krîzan rizgar bibin divê em têkoşîna demokrasî, aştî û edaletê hîn geştir bikin û wiha domand: “Armanca me ya sereke ew e ku em bi beşên civakî yên çewisandî re, ‘Bihevrebûna Komara Demokratîk’ ava bikin ku di heman demê de xeta têkoşînê ya HDP’ê ye.”

‘Hegomonya sedema bingehîn a şikestina siyasetê ye’

Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke civak û gelên Tirkiyeyê di krîzên gelek mezin de dijîn ku sîstema otorîter ava kiriye. Hegemonyaya yekparêziyê hewl dide ku hişmendiyek wisa ava bike, hemû Kurd, Elewî, Ermenî, bawerî, nasname, çand, ziman, reng, jin, ciwan û kedkaran ji hev cuda bike û sedema hemû şikestinên dîrokî û siyasî yekparêzî ye. 

‘Komara demokratîk kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Di sedsala 2’emîn a Komarê de, anîna ba hev a demokrasî û komarê weke neçariyek dîrokî li pêş her kesê ye. Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên Komara Demokratîk e. Mijar ne ew e ku siyaset bi ser bikeve mijar ew e ku ji bo 85 milyon mirovên ku dixwazin li welatek wekhev û azad bijîn, pêvajoya demokrasiyê qezenc kirine. Ev pêvajo wê teqez dest pê bike. 

 ‘Em ê bi hev re mutabaqata civakî bixin bin temînatê’

Li vî welatî neçareseriya pirsgirêka Kurd, yek ji astengiyên herî mezin e li ber hatina ba hev a komar û demokrasiyê ye. Pirsgirêka Kurd derizîna herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye. Eger em vê derizê bibînin, wê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd şansek çêbibe. Welatek û komarek encax bi azadî û wekheviya jinan dikare bigihîje ast û cewherek demokratîk.

Ruhê dem û avakerê siyasetê bang li me dike’ 

Wekhevî û azadiya baweriyên kevnar ên li ser vê xakê, wê ji bo rêya çûyîna komara demokratîk, bibe gavek girîng. Ev vê avakirinê encex dikarin bi peymanek civakî ya li ser esasê heq û wekheviyê, ava bikin. Divê ji 7’ê heta 70’ê her kes xwe birêxistin bike û tevlêkariyê li Komara Demokratîk bike. Di dema ketina sedsala 2’emîn a komarê de, ruhê dem û avakerê siyasetê bang li me dike.

‘Emê bi ser bikevin’

Em bê bibin xwediyên dema nû. Bila guman û fikara tu kesê li ser vê yekê tunebe. Em ê bi hev re û bi têkoşîna xwe ya hevpar bi ser bikevin. Îro li vir, tevlêkarî, semînerên ku hûn bibin, ji bo diyarkirina pêşeroja konferansa me gelek girîng e.”

Piştî axaftina destpêkê, konferans bi sernavê “Komar Muhasebeya Sedsalê” bi rûniştina yekemîn berdewam dike.