Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî di roja 2’yemîn de didome

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya DEM Partiyê di roja duyemîn de didome. Wê konferans bi rûniştina sernavê “Ji Dewleta Neteweyî ber bi Neteweya Demokratîk ve” bidome.

Navenda Nûçeyan – Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de didome.

Beşdarvan û gelek kesên hatine guhdariya konferansê bikin li eywanê cihê xwe girtin.

Konferansa dê bi axaftina Beyan Sami Abdurrahman Nûnera Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest pê bike.

Paşê dê bi rûniştina sêyemîn bidome. Di rûniştina sêyemîn de bi sernavê “Ji Dewleta Neteweyî ber bi Neteweya Demokratîk ve” dê bidome. Moderatoriya rûniştinê Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay dê bike.

Axêverên vê rûniştinê e in:

* Peymanek Civakî ya Nû Ber bi Hemwelatiya Qanûna Bingehîn ve û Nasîna Nasnameyê – Dr. Orhan Gazî Ertekîn – (Hiqûqzan-nivîskar)

* Girîngiya Tecrûbeyên Dîrokî yên di Avakirina Netewa Demokratîk de – Prof. Mohamed Refat – (Profesorê Dîroka Modern û Hemdem, dekanê berê, fakulteya wêjeyê ya Zanîngeha Damanhour – Misir)

* Berxwedana Têkiliyên Hegomonîk û Hêzdarkirina Li Dijî Navendîbûna Demokrasiya Xwecihî – Prof. Norman Paech – (Akademîsyen, parêzer û siyasetmedar – Almanya)

* Piştevaniya Navneteweyî ya Avakirina Aştiyê û Domandina Bêşer – Georges Dallemagne – (Parlamenter – Belçîka)

* Azadiya Çapemeniyê, Heqîqet û Zimanê Aştiyê – Nadîre Mater – (Rojnameger-nivîskar)