Komîsyonên taxan û meclisên jinan ji nû ve dikevin meriyetê

Meclisa Jinan a DBP ya ku piştî hilbijartinan bi diyarkirina nexşeriya xwe dest bi xebatan kir xwe amade dike ku komîsyonên taxan û meclisên jinan ava bike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Kurdistanê polîtîkayên şer ên ku bi taybetî piştî 2016’an hatin kûrkirin belavî hemû qadên jiyanê bûye. Meclisa Jinan a Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya ku piştî hilbijartinê mijarê bi xalên sereke girt dest, ji bo ev polîtîka vala bên derxistin û di jiyanê de rêxistinbûna jinan were pêşxistin xwe amade  dike li her taxê komîsyonan ava bike. Meclisa ku dê li hemû bajarên Kurdistanê meclisên jinan ava bike periyoda xebata pêvajoya pêş bi xalên sereke diyar kir. 

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku piştî hilbijartinên heremî ew wek jinên DBP’yî hatine ba hev û li ser pêvajoyê nirxandinan kirine û destnîşan kir ku polîtîkayên êrişên li ser jinan ên ku hem li heremê hem li Tirkiyeyê zêde dibin, bûye mijara sereke ya nîqaşên wan. Bêrîvan Bahçecî da zanîn ku di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de jin bi tempoyeke bilind xebitîne û pêşengiyê ji serkeftinê re kirine û wiha got: “Me pêvajoyek girîng a hilbijartinê derbas kir. Gelê Kurd di vê hilbijartinê de jî vîna xwe nîşan da û serkeftinê bi dest xist. Jinên Kurd hem pêşengiya vê serkeftinê dikin hem jî pêşengiya hilbijartinê kirin.”

‘Em bi nexşeriya xwe ya nû li qadan e’

Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku piştî vê serkeftinê jin hatine ba hev û nexşeriyeke nû diyar kirine û wiha got: “Piştî hilbijartinê hewce dikir ku her qad di nava xwe de bikeve pêvajoyeke nirxandinê. Weke Meclisa Jinan a DBP me nirxandin û nîqaşên xwe meşand. Weke jin em hatin ba hev û me nexşeriya xwe ya nû diyar kir. Weke ‘heya vê rojê me çi kir, ji vir û şûnde em ê çi bikin’ me pêvajoya xebatekê demdirêj da destpêkirin. Li Kurdistanê me periyoda xebatek danî pêşiya xwe. Bajar bi bajar dîsa navçe bi navçe çi pirsgirêk hene, pêwistiyên jinan çi ne, me biryar da ku bi vê şêwe û tarzê xebatê bimeşînin.” 

‘Gel bi biryar e ku xwe biparêze’

Bêrîvan Bahçecî bal kişand ku bi teşhîrkirina polîtîkayên şerê taybet gel dest bi parastina cewherî kiriye û wiha axivî: “Di vê demê de serhildana gel çêbû. Piştî vê berxwedanê polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê hatin meşandin jî bi awayekê zelal xwe dan der. Mînakên tacîz û destdirêjiyê, piştî wê serhildanê bi parastina cewherî bersiva xwe girtin. Jinên ciwan û gel bersiva pêwist da van polîtîkayan. Gel nîşan da bi biryar e ku hem vîna xwe, hem jî xwe biparêze. Gel vê pêyamê da ku dê ji vir û şûnde tu êrişa li ser xwe qebûl neke. Ya girîng li hemberî van êrişan xwe birêxistinkirina gel e.”

‘Em ê komîsyonên taxan ava bikin’

Bêrîvan Bahçecî da zanîn ku ew amade ne ji bo birêxistinkirinê dakevin qadan û destnîşan kir ku armanca wan li taxan avakirina komîsyonan û li navendên bajar jî avakirina meclisên jinan e. Bêrîvan Bahçecî got ku ew ê bi komîsyonan kolan bi kolan dest bi xebatên xwe bikin û wiha domand: “Li Şirnex, Wanê û Rihayê em ê bi jinan re werin ba hev û gav bi gav xebatan bimeşînin. Bi vê reng û kelecanê em ê xebatên xwe yên jinan çalaktir bikin. Li hemberî vê pergalê hem xebatên DBP’ê hem jî xebatên jinan dê zêdetir bibin. Em hedef dikin ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet li taxan komîsyonên taxan û li navendên bajaran jî meclisa jinan ava bikin. Bi vê rengê em ê dakevin qadan û bi jinan re xwe birêxistin bikin.”

‘Em ê li ser daxwazên jinan û xweparastinê biaxivin’

Bêrîvan Bahçecî bang li jinan kir ku li dijî tundiya li ser jinan û qetilkirina wan bal kişand ser girîngiya xweparastinê. Bêrîvan Bahçecî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev atolyeyên me dê li her kolanê û li her malê bên lidarxistin. Li dijî polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan em ê çawa xwe biparêzin, dîsa li dijî tundiya li ser jinan a her diçe zêde dibe em dikarin çi bikin, em ê li ser van biaxivin. Li bajar pêwistiya jinan bi çi hebe, çi daxwazên wan hebin em ê li ser wan biaxivin. Bi vê awayê dê xebatên me zêde bibin. Divê her jineke Kurd li dijî van polîtîkayan xwe birêxistin bike. Bi vê rêxistinbûnê em ê xwedî li hev û xebatên xwe derkevin.”