KNK û Desteya Mafê Mirovan di derbarê binpêkirinan de guftûgo kirin

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê re li Hewlêrê civiya. Di civînê de di derbarê pêşîlêgirtin û binpêkirinên mafên mirovan a li herêma Kurdistanê guftûgo hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Dûh di 16’ê Tebaxê de li bajarê Hewlêrê Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad serdana Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê kir. Şandeya KNK’ê ji aliyê Seroka Desteya Mafê Mirovan ya Herêma Kurdistanê Muna Yuhena Yaqo û hinek endamên din ên desteyê ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniyê di naveroka hevdîtinê de rewşa xereb a mafên mirovan û binpêkirinên mafên mirovan guftûgo kirine û wiha tê gotin: “Herdu aliyan diyar kirin ku divê demildest rê li pêşiya hemû binpêkirina were girtin ku li hemberî maf û azadiya welatiyên Herêma Kurdistanê tên kirin.

Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin: “Em piştgiriya her hewldanekî ji bo pêşîlêgirtina li binpêkirinên mafên mirovan dikin.”