KJK û PAJK: Em li dor Şoreşa Rojavayê bibin yek!

KJK û PAJK tekîldarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin: Xwedîlêderketina Rojavayê xwedîlêderketina rûmet, azadî û pêşeroja me ye. Em li dor Şoreşa Rojavayê bibin yek.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyonên Komalên Jinên Kurdistan (KJK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) tekîldarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî daxuyaniyek nivîskî parvekirin di daxuyaniyê de banga xwedî lê derketina Şoreşa Rojava hat kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:  

“Di êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên DAÎŞ’ê yên bi maskeyên SMO de ku li dijî qadên Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê bi taybet Til Rifat, Şehba, Minbic, Eyn Îsa û Kobanê, jin, zarok, sivîl û şervanên QSD, YPG û YPJ’ê şehîd dibin û birîndar dibin. Em di şexsê sê jinên ji rêveberiya Tevgera Jinê ya Zenubya ku herî dawî li Minbicê şehîd bûn û şehîdên xwe yên li nexweşxaneya Minbicê şehîd bûn de, şehîdên QSD, YPG û YPJ’ê bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê li ser esasê dilsoziya bi bîranînên wan re têkoşîna xwe mezin bikin. Ev hemû êrîş û şehadetên çêdibin, erka têkbirina ev êrîşên ku dijminatiya yekîtiya jiyana azad a gelên Kurd, Ereb û jinan dike û xurtkirina girêdanbûna şoreşê ferz dike. Bersivdana bu ruhê seferberiyê ya li hemberî van êrîşên nemirovî û hov, erka mirovahiyê ye.

Şoreşa Gel û Jinan a Rojava ku sala xwe ya 13’emîn li pey xwe hişt, bi geşedanên dawî re di bin gefên cidî de ne. Di encama pêşveçûna HTŞ’ê ya ber bi Şamê de ji bo herêmê rewşeke nû derket. Dewleta Tirk a dagirker ku bi her curê rêxistinên çete û bi taybet bi DAÎŞ’ê re di nava tifaqê de ye, sûd ji vê rewşê wergirt û êrîşên xwe yên li ser Rojava gihand asteke nû.

Îro li Rojava gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Çerkez û Tirkmenan li ser bingeha neteweya demokratîk û rêveberiya xwe ya xweser de di şert û mercên wekhev û azad de dijîn. Asta jiyana azad ku li Rojava pêş ketiye, di pêşengiya jinan de bi berdêlên mezin hatine afirandin. Ev şoreşa ku bi hezaran şehîd û gaziyan pêş ket, di heman demê de şoreşa jinê ye. Ji ber vê yekê Rojava ne tenê ji bo jinên herêmê, ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê.

Dewleta Tirk a faşîst ji roja yekem a şoraşa Rojava ve tu car ev pergal û îradeya jiyana azad ku li xaka Rojava pêş ket û mezin dibe, qebûl nekir. Di sala 2014’an de bi DAÎŞ’ê re êrîşî destkeftiyên jin û gelan kir û bi dagirkirina xakên azad xwest konseptekî qirkirinê pêk bîne. Dagirkirinên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bû dewama vê armancê û di van êrîşên dagirkeriyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, jin û zarok bi her curê êrîşê re rûbirû man û bi vê yekê re xwestin demografiya herêmê biguherînin.

Di sedsala 21’an de dixwazin pêleke nû ya qirkirina jinan bidin destpê kirin

Ev polîtîkayên dagirkerî û hegemonyayê ya dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Dewleta Tirk ji bo van planên xwe pêk bîne, qaşo nîqaşên aştî û çareseriyê dixe dewrê, li ser civakê operasyonên têgihê pêş dixe û hêzên demokratîk û şoreşger manîpule dike.

Ji destpêka meha Cotmehê ve, ev taktîka şerê taybet dîsa xistiye dewrê, di demeke kurt de bi êrîşên xwe yên dagirker û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ev taktîka şerê taybet eşkere bû. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê careke din derxist holê ku yekane plana wî qirkirina Kurdan e.

Dewleta Tirk a dagirker îro jî ji hilweşandina rejîma BAAS’ê sûd werdigire û dixwaze plana xwe ya qirkirinê ya nîvço mayî pêk bîne. Dewleta Tirk a faşîst ku bi rojan in bi jêmaniyên DAÎŞ’ê re bi dijwarî êrîşî Minbicê dike, komkujiyên sivîlan pêk tîne û di van êrîşan de bêyî ku bibêje jin û zarok mirovan qetil dike. Di van êrîşan de dîmenên ku dîlgirtî tên înfazkirin, bi saxî tên şewitandin, serê wan tê jêkirin, kesên li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê didin tên gulebarankirin, di çapemeniyê de tê dîtin. Bi taybet jêkirina serê jinan ku gel şahidî kirine, nîşan dide ku di sedsala 21’an de dixwazin pêleke nû ya qirkirina jinan bidin destpê kirin.

Divê her kes bizane ku Kobanê tê wateya şoreşa Rojava û şoreşa jinê

Xwesteka dewleta Tirk a li herêmê eşkere ye. Ne rasthatin e ku ewqas êrîşên giran li ser Minbicê heye û planên dagirkirina Rojava ji vir destpê kiriye. Plana dagirkirina Minbicê, plana dagirkirina rojava ye. Plana tunekirina destkeftiyên ku jin û gelan bi berdêlên mezin bidestxistin e. Tê zanîn ku eger dewleta Tirk a faşîst plana dagirkirina Minbicê pêk bîne, wê ewil berê xwe bide Kobanê. Êrîşên li ser Kobanê ji niha ve di dijwariyeke diyar de dewam dikin. Divê her kes bizane ku Kobanê tê wateya şoreşa Rojava û şoreşa jinê.

Dîsa bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Bi van êrîşan re rewşa zindanên ku ev çeteyên kujer lê dimînin, dikeve xeteriyê, ji her aliyê ve metirsiya ji nû ve zindîkirina DAÎŞ’ê zêde dibe. Ev rewş hêzên koalîsyona navneteweyî jî eleqeder dike ku diyar dikin ku ew ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Li ser vê bingehê hêzên koalîsyona navneteweyî wê ji rewşên karesat ên muhtemel berpirsyar bin. Divê ev hêz xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê piştgirî bidin

Di encama êrîşên li ser Til Rifat û Şehbayê de bi sed hezaran kes neçar man koçî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Şert û mercên zivistanê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û zehmetiyên koçberiyê bi awayekî herî dijwar tên jiyîn. Rêveberiya Xweser û gelê me yê Rojava ligel derfetên kêm di nava seferberiyê de alîkarî dikin. Êrîşên dawî vê zehmetiyê zêdetir kiriye û derfet kêmtir bûne. Êrîşên faşîst di vê milê de jî zehmetî dide. Di vî aliyê de jî em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê piştgirî bidin.

Bila bê zanîn ku wek jin û gelê Kurd, em ê li dijî êrîşên qirker yên dewleta Tirk a dagirker wekî duh îro jî têkoşîna xwe li ser asta herî bilind bidomînin. Bangawaziya seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Kurdistan û diasporayê ye. Divê wek jin û gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, em bi hemû hêza xwe bi ‘Ruhê Kobanê’ her rojê bikin roja berxwedanê. Ji niha pê de divê kes li hember vê pêvajoyê bêdeng nemîne û ji 7 salî heta 70 salî her kes hemû îmkanên xwe ji bo parastina Rojava seferber bike. Divê dost û dijmin her kes bizane ku her milîtaneke PJAK’ê dê bi awayekî fedaiyane li dijî van êrîşên dagirkirin û nijadkujiyê rabe. Her jina Kurd dê li her qada ku lê ye bide dengê Rojavayê.

Divê Erdoganê faşîst wek sûcdarê şer bê darizandin

Bêdengiya li hember qetlîam, guherîna demografîk û dagirkirina li Rojavayê tê wateya hevpariya sûcê mirovahiyê. Li ser vê esasê, di serî de em bangî saziyên navneteweyî dikin ku bi rol û mîsyona xwe tevbigerin. Divê saziyên navneteweyî sehayên xwe yên hewayî ji bo dewleta Tirk a faşîst bigire û wê cezadar bike. Divê Erdoganê faşîst wek sûcdarê şer bê darizandin.

Wek jin û gelê Kurd em ji pêvajoyeke man û nemanê derbas dibin. Divê em ruhê berxwedana netewî bersiva vê pêvajoyê bidin. Jin û Kurd dê êdî bi xwe dîroka xwe binivîsin. Ev dîrok dê bibe dîroka Kurdê azad yê ku têkoşîna jiyaneke birûmet û azad dide. Ji bo vê yekê, di serî de jinên Kurd, divê hemû gelê me bi ruhekî mezin ê berxwedanê bikeve nav liv û tevgerê û xwedî li Rojavayê derkeve. Divê em ji bîr nekin; Rojava rûmeta me ye! Xwedîlêderketina Rojavayê xwedîlêderketina rûmet, azadî û pêşeroja me ye.

Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bûye rêberek

Em bangî hemû tevgerên jinan ên cîhanê û dostên xwe yên enternasyonalîst ên jin dikin: “Şoreşa Rojavayê ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî’yê ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî, ne tenê ji bo jinên li herêmê, ji bo hemû jinên cîhanê bûye rêberek. Di van êrîşan de ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya çeteyên jêmayên DAIŞ’ê  jinan bi hovane qetil dike, rêbazeke bizanebûn e. Dixwazin careke din destkeftiyên jinan hepsî cîhana xwe ya tarî bikin. Lê em jin, em ê tu carî destûra vê yekê nedin. Loma em ji bo hemû jinên ku têkoşîna azadiyê didin dibêjin ku;

Em rê nedin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinan qirkirineke wekî qirkirina jinên Êzîdî bê kirin!

Em xwedî li şoreşa jinan a pergala jinên azad ên jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin!

Em li dor Şoreşa Rojavayê bibin yek!

Rojava Şoreşa me hemûyan e, em xwedî li şoreşa xwe derkevin!”