Khadija Mehdîpûr li ser rewşa girtîgehên Îranê nivisî

Girtiya siyasî ya li Girtîgeha Îlamê Khadija Mehdîpûr bi nameyekê ku ji girtîgehê şand, kiryarên xerab, tacîza jiyan kir, derp û binpêkirina mafan vegot.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zextên li ser girtiyan berdewam dikin. Çalakvana mafên mirovan Khadija Mehdîpûr ku li Girtîgeha Îlamê tê girtîn, bi rêya hevalên xwe ji bo agahdarkirina raya giştî ya li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tê jiyîn, nameyek şand. Di nameyê de diyar kir ku ew salek e xwarin nadin qawîşa jinan û tevî ku ew girtiya siyasî ye jî bi girtiyên edlî re di heman qawîşê de tê girtin.

Girtiya siyasî Khadija Mehdîpûr tekez kir ku di qawîşa girtiyên edlî de tê girtin û li vir ji aliyê girtiyên ji ber sûcê cînayetê hatine girtin ve hatiye derpkirin. Khadija her wiha di nameya xwe de diyar kir ku tevî hemû serlêdanan jî qawîşa wê nehatiye guhertin û bi 8 girtiyên edlî re dimîne. Khadija nivîsand ku li girtîgehê ji aliyê erkdarên jin ve jî rastî tacîzê hatiye.

'Girtî ev salek e ji roj û hewaya paqij bêpar in'

Çalakvana siyasî Khadija Mehdîpûr der barê bûyerên li girtîgehê tê jiyîn de wiha dibêje: “Girtiyên li Îlamê tên girtin salek ji roj û hewaya paqij bêpar hatin hiştin. Tevî hemû serlêdanên me û hemû nerazîbûnên me yên li girtîgehê jî hêj bersiv nehat dayîn.” Çalakvana siyasî Khadija Mehdîpûr diyar kir ku ev salek e ji xwarina germ bêpar in û wiha got: “Em nikarin xwe bigihînin xwarina germ. Xwarinên ku ji me re tên dayîn ewqas xerab û felaket in ku dema em dixwazin xwarinên germ û paqij bixwin, rêveberiya girtîgehê wiha bersiv dide, 'dema hûn çûn mala xwe, hûn ê biefiyetê bixwun’”.

Ji hemû girtiyan giliyên made û rûvî

Khadija Mehdîpûr di nameya xwe ya ku diyar kir hemû girtiyên jin ji ber xwarina nebaş a ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê dayîn, nexweşiyên mezaxtin, made û rûvî dijîn û wiha got: “Xwarinên tên dayîn tenduristiya hemû xera kir û her wiha em ji xizmetên tenduristiyê bêpar dimînin. Hin girtiyên jin ji ber xwarina nebaş a ku ji girtiyan re tê dayîn di meha dawî de 8 kîlo kêm kirin û hemû girtî jî giliya nexweşiya dil li hev ketin dijîn.”

Daxwaza tehlîlkirina xwarinan hat red kirin

Çalakvana siyasî Khadija Mehdîpûr diyar kir ku wan der barê nexweşiyen dijîn de tevî ji Dozgeriyê xwestine xwarinên ku ji wan re tên dayîn bên tehlîlkirin û bişînin Tahranê jî, lê ev yek pêk nehatiye.

Çalakvana siyasî û girtiya siyasî Khadija Mehdîpûr di Cotmeha 2020’an de ji ber xebatên xwe yên aktîvîst hatibû girtin û bi 3 milyon tumena Îranê bi kefaletê hatibû berdan. Tê zanîn ku Khadija Mehdîpûr ku beriya salek careke din hat girtin, bi giştî 20 meh cezayê girtîgehê girtiye û bi îdiayên “li dijî rejîmê propagandakirin û piştgirî dayîna komên li dijî rejîmê” li girtîgehê te girtin.