Kesên piştî mîtînga HDP'ê hatibûn binçavkirin, hatin berdan

8 kesên ku piştî mîtînga HDP'ê ya bi dirûşma "Çareserî em in" hat lidarxistin, hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) bi dirûşma "Çareserî em in ji şer û mêtingeriyê re na" do li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng li dar xist. Piştî mîtingê bi sedan kes bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiyan. Di dema meşê de polîsan êriş kirin.  

Di êrişan de polîsan li 8 kesî xistin û ew kirin bin çavan. Zarokên bi navê S.S., R.Ç., ve M. piştî li Muduriyeta Şaxa Zarokan a Amedê îfadeya wan hat girtin, hatin berdan. Mehmet Çakmak, Heja Kayan, Ferhat Çeliktemel, Abdullah Ozşanli, Îhsan Aşa jî piştî îfadeya wan li Amîrtiya Navenda Polîsan a Yenişehirê hat girtin şûnde hatin, berdan.