Kampanyaya ‘Jîngeha me pêşîniya me ye’ hat destpêkirin

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” dest bi paqijiyê kir.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk starta kampanya paqijiyê ya bi navê “Jîngeha me pêşîniya me ye” dabû, îro li çerxeriya Xelît a li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê hat destpêkirin.

Endamên meclisa jinan û gelek welatiyên ku li pêşiya avahiya Kongra Îslama Demokratîk kom bûn, maske û lepik belav kirin, li kolanan gilêş kom kirin.

Di çarçoveya kampanya ku bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê bi piştgiriya  şaredariyên gel tê birêvebirin de wê her hefte roja Şemî û Duşemê li kolanên bajar paqijî bê kirin.

Wê li mizgeftan li ser parastina hawirdorê agahdarî were dayîn

Li gorî bernameya kampanyayê wê bi riya komînan serdana malan were kirin û têkildarî parastina hawirdorê agahdarî werin kirin. Her wiha ji 1’ê Hezîranê heta 1`ê Îlonê hefteyê carekê, wê li mizgeftan der barê xwedîderketina li xwezayê û paqijiyê de agahdarî werin kirin.

Dîsa wê qutiyên çopê, biruşorên hişyarkirinê, maske, kîsên çopê û dezenfekte bên belavkirin.

Kampanyaya ku dê heta 15’ê îlonê berdewam bike, dê li Hesekê jî bê meşandin.