‘Jineolojî dixwaze xwe bigihîjîne hemû jinên Rojhilata Navîn’

Endama Akademiya Jineolojiyê Zehîde Memo ya tevli 2’emîn Konferansa Jineolojiyê bû, teqez kir ku girîng e zanista jinan Jineolojî were pênasekirin û têkilî bi jinên li Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê re werin danîn.

Hesekê - Akademiya Jineolojiyê di 25 û 26'ê Îlonê de konferansa xwe ya 2’yemîn di bin dirûşma "Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nû Dibe” li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. 300 delegeyên jin ji herêmên cuda beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de girîngiya zanista jinan û çalakbûna akademiyê li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê hatin nîqaşkirin.

‘Zanista Jineolojiyê bala jinan dikşîne’

Endama Akademiya Jineolojiyê Zehîde Memo li ser zanist û xebatên akademiya Jineolojiyê  axivî û got: "Beriya demeke kin karê Jineolojiyê li ser asta Rojhilata Navîn dest pê kir lê belê hinek encamên baş hene di konferansê de hatin nîqaşkirin. Em kar li ser mijara zanista jinan bi riya akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene dikin û hewl didin têkiliyên bi jinan re xurt bikin. Zanista Jineolojiyê, ji aliyê jinan ve nû û balkêş tê dîtin. Hezkirin û qebûlkirinek heye. Her kes dixwaze vê zanistê nas bike. Jin bi riya zanista jinan kar li ser pêşxistina kesayeta jinan dikin û hewl didin ji hemû aliyan ve bizanibin."

‘Jinên ji şer bi bandor bûne dixwazin jineolojiyê ji nêz ve nas bikin’

Zehîde Memo di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera jinên li Rojhilata Navîn de û wiha pê de çû: “Ji bo gelek deran xebat tên kirin. Rojhilata Navîn cîhan û parzemînên din jî di nav de ne. Me berê xwe daye gelek welatan, çend ji wan Misir, Lubnan, Tûnis, Cezayîr Mexrib in. Daxwazek mezin heye her kes di Jineolojiyê de dixwaze kûr bibe. Bi taybetî jinên Somalî û Sûdanê ku ji şer û koçberiyê bi bandor bûne. Ew jî bi riya xurtkirina têkiliyan vekirina buroyan û çêkirina komîteyên jinên girîngiyê didin dozên jinan û civakê. Wek akademiya Jinolojiyê em plan dikin ku di qadên berfireh de xwe bigihîjînin hemû jinan.”