Jinên Yemenê: Li dijî tundiyê divê em di asta kûrewî de têbikoşîn

Jinên Yemenê ku tundiya li dijî jinan nirxandin, destnîşan kirin ku ji ber şerên ku li welatên Rojhilata Navîn destpê kirin, tabloya tundiyê hê xirabtir bûye. Jinan diyar kirin ku divê li dijî tundiyê di asta kûrewî de têkoşîn bê dayîn.

FATÎMA REŞAT

Yemen- Li dijî tundiya li ser jinan û zarokên keç her sal di çarçoveya pêngava ‘çalakiyên 16’ rojî’ de di qada navnetewî de gelek çalakî tên lidarixistin. Îsal di pêvajoya kampanyayê de hate diyarkirin ku divê jinên ku bûne şahidê pevçûn û şerên li welatên Rojhilata Navin, derbarê jiholê rakirina tundiyê de zêdetir hewl bidin.  

‘Her ku diçe tundî zêde dibe

Parêzera Yemenê Fatima Nûr da zanîn ku di her qadê jiyanê de mafê jin û zarokan tê binpêkirin. Fatîma destnîşan kir ku jin, rastî gelek cûrên tundiyê tên ku tacîz û tecawiz jî di nav de ne. Fatîma got: “Zewicandina di temenê zarok de, didome. Tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe. Lewma, divê jin ji bo pêşeroj û mafê xwe têbikoşin. Jin rastî tundiya kesê herî zêde nêzî wê ye tê. Bi navê urf û edetan ji statuya xwe tên dûrxistin.”

‘Pêdiviya jinên rastî destdirêjiyê hatine, bi piştgiriya me heye’

Weşanger Şahira Al- Rashidî destnîşan kir ku cûdakariya li dijî jinê cûreyek din ê tundiyê ye û ji ber vê yekê divê civak ji tundiyê were paqijkirin. Şahira wiha got: “Ji bo ku di her qadê de wekheviya zayendî pêk bê,  divê em bi hemû jinan re bixebitin. Jinên rastî destirêjiyê hatine û ên ku di jiyanê de mane, pêwîstiya wan bi piştevanî û dengê me heye.”

‘Em dixwazin di nav ewlehiyê de bijîn’

Bijîşk Rania Khaled bal kişand ser pêngava çalakiyên 16 rojî û wiha got: “Bi riya pêngavê, em pêwîst e bixebitin ku hemû cîhan û civak di aliyê kêmkirina tundiya li dijî jinê de hişyar bibe. Hewl tê dayîn ku jinên li Yemenê beşdarî hemû qadan bikin û civakê bipêş bixin. Em jin dixwazin di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.”

 ‘Ji bo hişyariyê divê em hê zêdetir bixebitin’

Helbestvan û parêzvana mafên mirovan Maliha Al- Asaadî da zanîn ku di asta kûrewî de bi pêngava ku 16 rojan bi dome de bal kişandine ser tundiya li dijî jinan û keçikan. Malîha diyar kir ku tundiya li dijî jin û keçikan her ku diçe zêde dibe û di vê mijarê de hatine rewşa ku xwe îfade nekin. Maliha wiha got: “Ji ber şer û pevçûnên li welatên Rojhilata Navîn tundî hê zêdetir dibe û tablo her ku diçe xirabtir dibe. Li welat ji ber zewicandina zarokan a di temenê biçûk de, keçik ji perwerdeyê bê par dimînin. Ji bo jinên ku rastî destdirêjiyê hatine, em ji bo pêkanîna piştevaniya hiqûqî, psîkolojîk û civakî hewl didin. Niha tundiya li dijî jinê zêde bûye, di vê demê de axaftin şerm e. Ji bo parastina rûmet û statuya jinan û di civakê de avakirina hişyariyê, divê em hê zêdetir bixebitin.”

‘Divê hemû jin dest bidin hev’

Seroka weqfa mirovî Andî Al-Salahî jî bal kişad ser têkoşîna rêxistinkirî ya jinên cîhanê û wiha got: “Divê hemû jin dest bidin hev  û têkoşîna xwe bidomînin. Di heman demê de divê jin balê bikşînin ser rola aştî, parastin û civakê.”