Jinên Tûnisê li ser bihêzkirina rola jinan û aramiya malbatê nîqaş kirin
Ji aliyê Şaxa herêmê ya Yekîtiya Neteweyî ya Jinan a Mornag ve bi dirûşma ‘Tundiya li dijî jinan, belavkirina malbatê ye’ hat organîzekirin. Der barê xeterên tundiya li dijî jinan û bandorên wê yên neyînî yên li ser yekîtiya civak û malbatê nîqaş kirin.
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis- B armanca zêdekirina hişyariya civakê li ser xeterên tundiya li dijî jinan û bandorên wên yên neyînî yên li ser yekîtiya malbatê, Şaxa Xwecihî ya Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Mornag bi hevkariya Mala Çandê ya Mornag û Delegasyona Kar û barên jin, malbat û zarokan bi dirûşma ‘Tundiya li dijî jinan riya hilweşandina civakê ye’çalakiya roja hişyariyê hat lidarxistin.
Çalakî di 28’ê Mijdarê de li mala çandê hat lidarxistin. Bi beşdariya jinên pispor ji qadên cuda, qadeke berfireh a nîqaş û diyalogê pêk hat. Beşdaran fikir û ceribandinên xwe parve kirin û diyar kirin ku li dijî hemû cureyên tundiya di nava malê de divê hişmendiya civakê were bihêzkirin. Armanca çalakiyê belavkirina çanda rêzdariyê, destekdayîna jinan û bihêzkirina malbatan avakirina piştevaniya civakê ye.
Beşdaran diyar kirin ku ji bo bihêzkirina rola bingehîn a di nava malê de bihêzkirina jinan û hişmendiya di mijara berpirsyariya bi mafên xwe nerçarî ye. Dan zanîn ku ev wê sûdê bide pêkanîna aramiya malbatê û bihêzkirina yekîtiya civakî. Hat îfadekirin ku pêwist e di mijara mafên jinan de hişmendî bê avakirin û mekanîzmayên ku bikaribin xwe bigihîjînin parastina zagonî hebin.
‘Li dijî tundiyê hişmendî gava destpêkê ye’
Seroka Şaxa Xwecihî ya Yekîtiya Jinên Mornag Aya El- Ulakî axaftina vekirinê kir û bal kişand ser hewldanên ku ji bo kêkirina tundiya di nava malê de tê kirin û da zanîn ku jin bingehên malbatê ne, bi zêdebûna bûyerên tundiyê re, ji pirsgirêkek şexsî derketiye û bûye pirsgirêkek civakî. Ji ber vê divê ji bo sînordarkirina diyardeya neyênî, çareseriyên pratîk û pêşxistina pêşniyarên çêker neçarî ye. Bi vî awayî encax nifşek xwedî hevsengî û aram mezin bibe.
Aya el-Ulakî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku çalakî hemwext rastî pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat û got: “Zagona têkoşîna jinan a li dijî tundiyê ya hejmar 58 hat nîqaşkirin. Hukmên ku di zagonê de cih digrin û jin bi awayekî hiqûqû çawa tê parastin bivê boneyê bi berfirehî hat nîqaşkirin.”
Aya el- Ulakî kampanyayên hişyariyê yên komele û rêxistinên civaka sivîl bi bîr xist û got: “Jin bingeha malbatê ne, dema bi awayê derûnî û hestiyarî di nava hevsengiyê de bin wê malbat ji li ser bingehên saxlem bisekine.”
‘Fêmkirina tundiyê’
Akademîsyena ku li ser tundiya li ser jinan pispor e Dr. Menciye es-Savahî pêşkêşiyek bi sernavê ‘Riyên çareseriya tundiya li dijî jinan’ kir, da zanîn ku wateya tundiyê destpêkê bi diyarbûna berfirehiyê re gengaz e, tundî ne tenê fizîkî ye, tundiya gotinî, civakî, aborî, siyasî, derûnî û dîjîtal jî digre nava xwe. Di heman demê de bal kişand ser tundiya ku jinên karkerên çandiniyê rastî wê tên û wiha got: “Jinên ku di karên çandiniyê de dixebitin, her roj bi kamyonetan dikevin rê, saetên zêde û bi pereyê kêm dixebitin, piştre vedigerin mal û berpirsyariya mal û zarokan dihilgirin. Ev jin rastî tundiyek mezin tên divê bal bê kişandina ser şertên zor.”
‘Jin rastî tundiya dîjîtal tên’
Menciye es-Savahî têkildarî sedemên tundiyê axivî û îfade kir ku xizanî, cehalet, fêrbûn û kevneşopî faktorên sereke ne. Da zanîn ku hinek xeletiyên metnên olî rewşê girantir kiriye û got: “Mînak îfadeya ‘mêr parêzvanê jinê ye’ xelet tê nirxandin. Parastin bi xerckirina û berpirsatiyê ve eleqedar e, ne bi zext û zirardayînê.” Her wiha bal kişand ser tundiya dîjîtal û da zanîn ku ji sedî 98’ê jinên dinyayê li ser înternetê rastî cureyên tundiyê yên weke tacîz, şantaj, biçûkxistin û naverokên bi zirar ku bi hişê çêkirî hatin çêkirin tên. Li dijî vê cureyê nû yê tundiyê seknek hişyar û bi biryar şert e.
‘Azadiya jinan û îfadekirina fikir mafek bingehîn e’
Xwendekara pola 9’an Şehd et- Trablusî, li ser ceribandinên rojane û çavdêriyên rewşa jinan pêşkêşiyek kir, da zanîn ku ev metn ji bûyerên ku her roj tên jiyîn û bûye şahid pêk tê û got: “Mafên jinan heye fikrên xwe bi azadî bînin ziman. Fikra ku jin encax mêr hebe dikare tiştekî bike xelet e. Mafê kesê nîn e hilbijartinên jinan kontrol bike û azadiya wan sînordar bike. Jin parçeyek çalak a civakê ne û xwedî hemû mafan in.”