Jinên Tûnisê ji bo daxwaza mafê av û rûmetê meşiyan

Jinên bajarê Nazor ê Tûnisê ji bo daxwaza mafê av û rûmeta mirovahiyê meşek li dar xistin.

Tûnis – Li bajarê Nazor ê Tûnisê bi pêşengiya jinên bajêr ji bo daxwaza mafê av û rûmeta mirovahiyê meşek hat lidarxistin. Jinên ku bi piştgiriya Komeleya Jinên Demokratîk meşiyan, hêrsa xwe ya li dijî berdewamkirina polîtîkaya dûrxistina wan ji bidestxistina mafê wan anîn ziman û eşkere kirin ku ji bo bidestxistana mafên xwe wê çalakiyan pêş bixin da ku dengê xwe bigihînin rayedaran.

Piraniya herêmên bakurê rojavayê Tûnisê bi pirsgirêkên avê re rû bi rû dimînin û jinên li wan herêman ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê bicîhbînin neçar in rêyên dûr û dirêj bimeşin.