Li Sîstan-Belûcistanê dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bilind bû

Ji bo piştgirîdayîna serhildana gelên Îranê, jinên Sîstan-Belûçistanê beşdarî xwepêşandanan bûn û dirûşma ku bûye dengê şoreşa Îranê avêtin.

Navenda Nûçeyan - Jinên li eyaleta Sîstan-Belûçistan ji bo piştgirîdayîna serhildana gelên Îranê, beşdarî xwepêşandanan bûn.

Vîdyoyên ku li ser înternetê belav bûne nîşan didin ku bi dehan jinên ku şado an cil û bergên Belûcî li xwe kirine li Sîstan-Belûcistanê, pankartên bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" li ser nivîsandî, ji bo piştgiriya serhildana gel bilind kirine.

Di berdewamiya serhildanê de bi dehan xwepêşander li gelek bajaran daketin qadan û dirûşmên li dijî rejîmê avêtin.

Bi destpêkirina serhildana gel a ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve derket, li Sîstan-Belûçistanê nêzî 120 kes hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, hêzên ewlehiyê bi guleyan êrîşî xwepêşanderan kirine û gaza rondikrêj jî ji bo belavkirina xwepêşanderan bi kar anîn.