Jinên navçeya Qinê li dijî tundiyê meşiyan

Jinên navçeya Qinê di çarçoveya çalakiyên ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan meşiyan. Jinan teqez kirin ku ew ê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li hemberî her cure tundiyê têbikoşin.

Kobanê- Rêxistina Kongreya Star û giştî tevgerên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 13`ê Mijdarê ve bi munasebeta roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dest bi çalakiyan kirin. Ev rêzeçalakî tevî êrîşên dijwar ên dewleta tirk ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan bi dehan ji jin û şêniyên navçeya Qinê ya Rojavayê kantona Kobanê di bin dirûşma "Li hemberî her cure tundiya dewlet û hişmendiya mêr, jin, jiyan, azadî" meşiyan. Jinan di meşê de alên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên jin û pankarta bi nivîsa "Her şehîdek soza tolhildanê ye" hilgirtibûn.

Meşê ji ber meclisa navçeya Qinê bi berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" dest pê kir û li ber saziya Ismayîl Ebdî rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve Rozîv El-Bişrî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Hişmendiya baviksalar a mêr di dirêjahiya dîrokê de her dem li hemberî jinan dijberî kiriye. Lê belê ji dema civaka xwezayî ve ji xwedawenda Înana ber bi Klara Zetkîn, heta Roza Lugsemburg jin her dem ji bo azadiya xwe têkoşîn dane meşandin. Têkoşer Xwişkên Mîrapal li hember zordarî û dîktetoriya Domînîkê serî netewandin û têkoşiyan. Li ser vê şopê jinên Kurd ên weke Besê, Zarîfe, Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan û hwd. ji bo heman armancê têkoşiyan û şerekî mezin dan meşandin. Bi saya van pêşengan, niha li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan pêk hatiye, ev şoreş ji bo tevahî jinên cîhanê hêviya azadiyê ye. Ji ber vê ya niha di vê serdemê de li seranserî cîhanê jin bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" asta têkoşîna xwe bilind kirin û rabûne serhildanê. Em weke Yekitiya Jinên Ciwan bawer in ku dê bi jinên têkoşer re sedsala 21`ê bibe sedsala azadiya jinan û dê bi hevgirtina jinan hemû hişmendiyên kevneşop û baviksalar ji holê rabin.    

Piş re rêvebera Kongra Star a navçeya Qinê Suad Eldemîr axivî  û wiha got: "Hişmendiya mêr-dewlet ev 5 hezar sal in êrîşên cur be cur li ser jin û civakê pêk tîne. Di encama vê hişmendiyê de heqîqeta jina xwedawend hat berovajî kirin, rol û hebûna jin di nava civakê de li gor pergala baviksalar hat sazkirin. Têkoşîna me jinên Kurd ya li dijî vê hişmendiya bi bîrdoziya Rêber Apo re dest pê kir û bi saya pêşengên me gihîşt lûtkeyê. Ji ber vê jinên Kurd bê navber ji aliyê hişmendiya mêr-dewlet ve tê hedef girtin. Emê van êrîşan vala derxin, em ê bi felsefeya jiyana azad têkoşîna bilind bikin, emê hemû rojên xwe bikin yê têkoşînê da ku em azadiya xwe bi dest bixin. Em di armanca xwe de bi îsrar in û tu êrîş nikarin têkoşîna me rawestînin."

Di dawiya meşê de şanoyek der barê rola jinan a di dema civaka xwezayî de û têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya baviksalar hat pêşkêşkirin.

Meş bi dirûşmên ku tundiyê şermezar dikin û têkoşîna jinan silav dikin bi dawî bû.