Jinên Merîwanî li dijî tundiyê meşiyan

Jinên Merîwanê li dijî tundiya li ser jinê û ne pêkanîna ewlehiya jiyana jinan, heta li ber avahiya edliyeya bajêr meşiyan û li vir çalakî pêkanîn.

Navenda Nûçeyan- Jinên ku li Îranê ji ber tundî, zordarî û zextên qanûnî yên li dijî çalakgeran hewl didin bên bindestkirin, bertekên xwe bi çalakiyên nîşan didin. Jinên Merîwanê, zêdebûna qetilkirinên jinan ên li welat, bêhestiyariya hêzên ewlekarî û darazê ya li hemberî qetlîam û tundiya li ser jinan şermezar kirin. Jinên Merîwanê yên dibêjin “Em ewlehiyê dixwazin” li ber avahiya edliye ya bajêr çalakî pêkanîn. Jinên ku bi dirûşmeyan meşiyan li vir daxuyaniya xwe dan.

Bang li rayedaran kirin ku erka xwe pêk bînin

Çalakvanên mafên jinan ên Merîwanê ku piştî êrîşa li dijî jinekê xwe bi rêxistin kirin, di daxuyaniya xwe de êrîşa hat jiyîn bi bîr xistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî jin rastî êrîşa cîranê xwe hat, xwe ji qata duyemîn a avahiya ku tê de bû avêt û li nexweşxaneyê di bin lênerîna giran de û xetereya wê ya jiyana wê jî didome. Jinên destnîşan kirin ku ewlehiya jiyanê ya jinan nîne, bang li rayedaran kirin ku erka xwe pêk bînin.

Hate hînbûn rayedaran ji jinên ku xwestin der barê jina ku rastî êrîş hatiyê de agahî bigirin, bi awayê ku kiryar nehatiyê berdan û dê bi awayekî herî giran bê cezakirin, bersiv dane. Dermankirina jina ku di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû li Sinê di bin lênerîna giran de berdewam dike.