Jinên li Kabîlê derketin xwepêşandanê rastî êrîşa Talîbanan hatin

Jinên Afgan ji bo di hikumeta nû de cîh bigirin û mafê xwe bixin bin garantiyê di nava kolanên Dasht-e Barchi û Karte She ên Kabilê de meşiyan. Jinên derketin meşê rastî êrîşa Talîbanan hatin û bi çekê hatin tehdîdkirin.

BIHARAN LEHÎB
Kabîl - Di çalakiyên duh hatin lidarxistin de gelek  jinên Afgan beşdarbûn. Jinên Afgan ji bo di hikumeta nû de cîh bigirin û mafê xwe bixin bin garantiyê di nava kolanên Dasht-e Barchi û Karte She ên Kabilê de meşiyan. Ji her du kolanan welatiyên tevlî meşê bûn li rawestgeha Dehmzangê gihan hev û xwestin ji wê jî heya ber cihê serokomar bimeşin. Lê mixabin destur nehat dayîn ku jinên ji aliyê Dasht-e Barchi ve dihatin bigihin rawestgeha Dehmzangê. Şeva derbasbûyî Talîban di kabîna nîşandayî de qet wezîrek jin diyar nekir. 
“Ji xwe em girtîne”
Ji Karte She yê milîsek Talîbanan ji jinan re got: “Hiquqa Îslamê mafê jinan dayê, hun çima wezîrtiyê dixwazin?” Giliyê jinên dengê xwe bilind dikin kir û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Hun zêdetir li ber xwe bidin emê we tevan bavêjin girtîgehê.” Piştî vê gotinê jinan hemûyan bi yek dengî gotin: “Ji xwe em hîna girtîne.”
Jin bi çekê hatin tehdîd kirin
Rojek berê jî Talîbanan êrîşî xwepêşandanên li Kabîl û Heratê kiribûn, rojnamevan jî di navê de gelek mêr girtin û birin cihê polîsan. Li Heratê di dema êrîşê de gule li ser xwepêşanderan barandin, di gulebaranê de kuştî û birîndar hene. Heta welatiyên di rê de derbas dibûn jî rastî êrîşê hatin. Jin bi çekan hatin tehdîdkirin û dan zanîn ku mafê jinan ê rakirina filamayan nîne. 
Li gelek deverên dinê yên weke Bedahşan, Baglan û Pervan ê jî Talîbanan êrîşî xwepêşandanên derketin kolanan kirin.