Jinên li Idlibê ji ber gefên çeteyan nikarin pîşeya xwe bikin

Gelek jinên li Idlibê dixebitin ji ber gefên kuştinê û tacîzên çeteyên HTŞ’ê neçar man dest ji karê xwe berdin. Jinên ku gotin, “Qada jiyana me hatiye tengkirin” diyar kirin ku rewş ji bo wan nebaş bûye.

HADEEL EL-OMER

Idlib – Di sala 2017’an de bi dagirkirina bajarê Idlibê yê bakurê Sûriyê ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve, zexta li ser gel û bi taybet li ser jinan zêde bûye. Jinên ku bi taybetî ji jiyana kar, ji gelek qadên jiyanê hatin dûrxistin, rastî tacîz, tecawiz û gefên kuştinê hatin, destwerdan li cil û bergên jinan jî hat kirin.

Jinên ji Idlibê behsa zext û astengiyên çeteyên HTŞ’ê li ser wan kirin.

Ji ber gefên kuştinê dev ji karê xwe berda

Fîda El-Ehmed a 28 salî yek ji wan jinên ku ji ber gefên çeteyên HTŞ'ê neçar ma dest ji karê xwe berda. Fîda El-Ehmed da zanîn ku bi organîzekirina semîneran li Îdlib û kampên bakur hişyariya jinan li dijî tundiya zayendî dikin û got, “Ez zewicî me û sê zarokên min hene. Ji ber tehdîdên dubare ez ditirsiyam ku zirarê bide malbata xwe û ji ber vê yekê min dev ji xwendina xwe berda. Tehdîdên kuştinê li min dixwarin û ji bo tirsandinê hin vîdyo hatin kişandin. Gel ji ber polîtîkayên şer nikarin li hev bikin û dema jin ji bo serxwebûna xwe ya aborî dixebitin jî rastî gefan tên.”

'Qada jiyanê yê jinan hat tengkirin'

Digel ku gelek jinên bajêr heman pirsgirêkê dijîn, Bara'a el-Bakur a 30-salî li yek ji navendên bihêzkirina jinan perwerdehiya kompîturê dide mirovan. Bera'a El-Bakûr got, “Li şûna  ez serî li çeteyan bitewînim min kar kir, lê timî gef li min dihat xwarin. HTŞ'ê mudaxeleyî jiyana gel kir û li ser navê olê hin qedexe li ser cilên jinan ferz kir. Destwerdana li jiyana jinan jî desthilatdariya mêr xurt kir. Cihên jiyanê yên jinan hatine tengkirin û ev rewş ji bo jinan nebaş bûye.”

'Peyam bi hesabên sexte tên şandin'

Safaa El-Mihemed a 29 salî ku berê li navendeke bajarê Selqînê karê bedewiyê dikir anî ziman ku peyamên gefxwarinê ji rûpela xwe ya Facebookê tê û ew van pêyaman ji malbat û hevalên xwe veşartiye. Safaa El-Mihemmed ku ji ber gefên çeteyan neçar ma dest ji karê xwe berda wiha got: “Min nikarîbû peyamên gefxwarinê nîşanî kesî bidim, ji ber ku eger ez bikira dê ji min bi guman bibûna. Min jî wek jinên din dev ji karê xwe berda. Ev kom bi hesabên sexte ji jinên dixebitin re peyamên tehdîdê dişînin. Armanca çeteyan ew e ku jinan ji jiyana kar dûr bixin.”