Jinên Kobanê: Em ê heta dawî destkeftî û şoreşa jinan biparêzin

Jinên Kobanê li hemberî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku li ser gundewarên bajarê Kobanê pêk tên, bertek nîşan dan. Jinan gotin: “Em ê heta dawî destkeftiyên xwe û şoreşa xwe biparêzin.”

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di van êrişan de bi dehan jin û zarok hatin qetilkirin. Li ser bangawaziya seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, gelên herêmê ketin nava tevgerê.

Jinên bajarê Kobanê yê Kantona Firatê, li hemberî êrişan bertekên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin.

‘Em dizanin ku armanc destkeftiyên Kurdan e

Rûken Eqîd Ebûk a ji bajarê Kobanê, destnîşan kir ku ew dizanin armanc bi van êrişan deskeftiyên Kurdan in û wiha berdewam kir: “Di rastiyê de ev êriş û şerên ku îro em dibînin li ser Kurdan tên meşandin, ev nayê qebûlkirin. Malbatên ku ji Minbicê koçber dibin tên vê derê. Çete di bin navê olê de destdirêjîyê li jinan dikin, mal û milkê welatiyan didizin.”

Rûken bal kişand ku armanc bi êrişan tunekirina destkeftiyên Kurdan e û wiha got: “Hat dîtin ku hedefa wan ne tenê Minbic e. Ji ber ku em dibînin armanc bi êrişên li ser gundewarên Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Reqayê, tunekirina Kurdan e. Em jî soz didin ku em ê her dem li pey şervanên xwe bin û soza xwe nû bikin. Çiqas hewl bidin me tune bikin jî em ê hêza xwe zêde bikin û li pey şervanên xwe bin.”

‘Em ê heta dawî bi zarokên xwe re li ber xwe bidin’

Mehbûba Botan ku yek ji endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ye, li ser êriş û gefan nerînên xwe anî ziman. Mehbûba diyar kir ku ew dizanin armanc bi êrişên îro li ser Minbic û Kobanê tên kirin çi ye û wiha got: “Dixwazin van cihên bi ewle jî bikin weke Serekanî, Girê Spî û Efrînê. Ji roja ku van bajaran dagir kirine ve heta îro, hemû kiryarên derveyî mirovahiyê li ser gel dimeşînin. Îro jî dibejin em êrişî terorîstan dikin lê em li cihên hatine dagirkirin dinihêrin û dizanin ku terorîstên herî mezin ew in. Li ber çavên dinyayê îro li Efrîn û cihê dagirkerî çi bi gelan û jinan dikin. Hemû kiryarên derveyî mirovahiyê li wan cihên dagirkirî li ser gel dimeşînin. Îro jî bi van êrişan dixwazin cihên bi ewle dagir bikin û heman kiryaran li ser gelê herêmê bimeşînin. Destdirejiyê dikin û malên gel didizin.”

‘Em ê heta dawî bi şervanên xwe re bin’

Mehbûha Botan diyar kir ku ew ê heta dawî li gel şervanên xwe bin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em jin, em ê her dem li gel zarokên xwe yên berxwedêr bin. Armanca dijminê me ew e ku hêz û vîna gelê me bişkîne. Lê em ê heta dawî li ber xwe bidin û li gel zarokên xwe yên li eniyan bin. Pewîst e em bi şervanên xwe re bin û hemû bi hev re destkeftî û şoreşa xwe biparêzin.”