Jinên ji Reqayê: Çareseriya krîza Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan e

Jinên Reqayê bal kişandin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarkirin ku heya mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ew ê li qadan bin û gotin: “Çareseriya krîza Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan e.”

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Ji zêdetirî 3 salan bi Abdullah Ocalan ve bi tu awahî hevdîtin nayê kirin rûxmê bi sedan serlêdanên malbat û parêzeran jî dewleta Tirk ji bo ku hevdîtinê asteng bike bi hincetên vala cezayê dîsîplînê dixe rojevê û nahêlê ku tu agahî ji Îmraliyê derkeve. Gelê Kurd û dostên wê ji bo ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çaresariya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava ku bi sedan kesayetên navdar re destpêkir ket qanoxa duyemîn.

Jinên Reqayê tekîldarî tecrîta girankirî li ser Abdullah Ocalan û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çaresariya siyasî” axivîn û diyarkirin ku pêngava li hemû cîhanê belav bû dê qanoxa duyem de bigihîje asta herî jor.

‘Çareseriya krîza Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan e’

Rêveberiya Meclisa Jinan a Edaleta Civakî de Ebîr Xelîl got derbarê pêngava ku ji bo Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û binpêkrinên dewleta Tirk de axivî û got: "Piştî ku gelek dewletên cîhanê dîtin ku kilîta çareseriya pirsgirêk û krîza li Rojhilata Navîn di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye, li zêdetirî 74 welatan di bin dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Armanca vê pêngavê jî bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî ye. Beşdarbûneke mezin ya çalakvan, siyasetmedar û mafnasan li cîhanê hebû û dengekî gelekî mezin jî veda. Ji ber wê pêwîstî hat dîtin ku ev pêngav berdewam bike û qonaxa duyemîn were ragihandin ji bo bighêje hemû cîhanê.”

‘Tecrîd li dijî zagonên navneteweyî ye’

Ebîr Xelîl diyar kir ku binpêkirinên ku li dijî Abdullah Ocalan pêk tê derveyî zagonên navneteweyî ye û wiha berdevam kir: “Li gorî zagona navneteweyî diviyabû çalakvanên siyasî yên temenê wan 70 sal derbas kirine bihatana berdan, dewleta Tirk vê yekê binpê dike. Em weke mafnas hewil didin binpêkirinên dewleta Tirk teşhîr bikin û siyaseta wî ya nîjadperest bi xelkê bidin naskirin.”

Ebîr Xelîl di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin û binpêkirinên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi belge bikin û bigihînin rêxistina CPT û hemû cîhanê.

‘Divê herî zêde jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin’

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa jinan a Zanûbyayê Emel Ismaîl jî wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Pêngav li ser daxwaza bi milyonan xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên cîhanê pêk hat. Her wiha ev pêngav ji bo şermezarkirina tecrît û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulahh Ocalan e ye, her wiha û şermazarkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî wî ye.”

Emel Îsmaîl derbarê çalakiyên ku hatine lidarxistin de wan tiştan anî ser ziman: “Gelek çalakî hatin lidarxistin. Yek ji wan çalakiyên ku bi bandor xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bû. Her wiha me semîner panel, meş û daxuyanî jî ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd birêxistin kir. Azadiya Rêber Ocalan ji bo me girîng e, em weke jin beriya herêmên me rizgar bibin em di bin tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de bûn, bi riya fikir û felsefeya Rêber Ocalan me azadî û mafê xwe bidest xist. Jinan bi riya fikrê Rêber Abdullah Ocalan dikarîbûn cihê xwe dagirin û cewhera xwe ya rastîn derxe û xwe îsbat bike. Ji ber wê herî zêde ji jinan tê xwestin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kar bikin."

‘Em ê li dijî tecrîtê têbikoşin’

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger Letîfa Hesen cezayên dispilînî yên herî dawî ya li dijî Abdullah Ocalan hat birîn şermezar kir û got: "21’ê Gulanê dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan cezayên dispilînî pêk anî ku ew nikare heta 6 mehên din bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev hemû bi riya komployên bi dewletên derve pêk tê. Armanca dewleta Tirk ew e ku fikrê wî ji gel qut bike lê belê ew nikare vê yekê bike ji ber fikrên Rêber Abdullah Ocaln ji zindanê derdikeve û di nav gel de belav dibe û digihêje hemû cîhanê. Tevî hemû şerê taybet yê li dijî me tê meşandin em ê tu carî nesekinin û li hember van êrîşan li ber xwe bidin û em ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin’

Letîfa Hesen di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Weke Rêber Abdullah Ocalan gotiye ‘me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Ji ber wê em ê xwe birêxistin bikin û refê xwe bikin yek, têkoşîna xwe bilind bikin, meş û daxuyaniyên xwe zêde bikin heta ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rabe."