Jinên ji Başûrê Kurdistanê serdana DBP’ê kirin

Jinên ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansa TJA’yê bûbûn, serdana DBP’ê kirin.

Navenda Nûçeyan – Jinên endamên Yekitiya Parlamenteran a Kurdistan, Hizbî Şûî, Hizbî Zehmetkêşan û Tevgera Goran a ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî 4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad bûbûn, serdana Buroya Şewirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Amedê kirin.

Şandeya ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca pê re bû, ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka Jinan Aynûr Sarica û Hevberdevka ji Dîplomasiyê Berpirsyar Asiye Kolçak ve hatin pêşwazîkirin. 

Banga yekitiya netewî

Salîha Aydenîz a di serdanê de axivî û wiha got: “Tişta ku me anî cem hev yekitiya netewî ye, yekitiya Kurdistanî ye, jinbûna me ye.” Salîha Aydenîz, qala girîngiya hevrebûyîna di her şert û mercî de kir û wiha berdewam kir: “Ji bo me her çar parçeyê Kurdistanê yek e. Divê hemû jin bi awayekî yek perçe li Kurdistanê binêrin. Divê fikrên jinan belav bin. Divê em bi hev re yekitiya Kurdistanê xurt bikin. Her yek ji me xebatên partiyekê bi rê ve dibin lê ya girîng pêkanîna yekitiyê ye.”

“Însiyatîf bigrin”

Salîha Aydenîz, bi lêv kir  ku divê jin ji bo yekitiya netewî înîsiyatîfê bigirin û ev tişt gotin: “Li Başûrê Kurdistanê şerek tê meşandin. Divê li dijî vê bi awayekî xurttir deng were derxistin. Ji bo ku ev şer were sekinandin divê em weke jin zêdetir bikevin nava hewldanan. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêkanîna yekitiya Kurdan heye. Îro helwesta malbata Barzanî û PDK’ê ya yekitiya netewî nayê qebûlkirin. Li Başûr, Rojava û Bakûr bedelên mezin hatin dayîn. Ger piştevaniya vê neyê kirin divê bê teşhîrkirin. Beriya 100 salan jî em li ser van axan dijiyan îro jî dijîn. Divê vê carê firsenda yekitiyê em ji dest nedin.”