'Li dijî dagirkeriyê serkeftin bi berxwedanê pêkan e'

Jinên Efrînî yên koçberî kantona Şehbayê bûne diyar kirin ku bi berxwedan û têkoşîn dê vegera Efrînê misoger bibe û li hember dagirkeriyê yekane riya serkeftinê berxwedan e.

HESNA MIHEMED

Şehba - Koçberiya ji ax û warê xwe, rewşa herî bi êş e di jiyanê de. Mirov êdî tenê ji bo vegera li warê xwe jiyana xwe didomînin, xeyala wan tenê roja vegerê ye. Koçberên Efrînê pênc sal in vê êşê dikşînin û rojane birînên wan ên dûrketina ji warê bapîr û dapîran nakewin.

Di 18'ê Adara 2018'an de û piştî berxwedana 58 rojan bi sad hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ji warê xwe koçber bûn û berê xwe dan kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li vê derê Efrînî di nava wargehên koçberiyê de û li malên hilweşiyayî bi cih bûn.

Li warê koçberiyê Efrîniyan ji roja destpêkê ve heya îro bi biryar û îsrar berxwedana xwe di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de didomînin. Koçberên Efrînê ruxmî êş, zehmetî, tunebûn û astengiyên jiyanê yên ji ber rêgirî û dorpêça hikumeta Şamê dijîn dev ji berxwedan û tekoşîna xwe bernedan, ji ber ku dizanin tenê berxwedan wê vegera wan misoger bike. Jinên Efrînê der barê zehmetî û koçberiyê de ji me re axivîn.

‘Ji bo Efrînê em ê kezeba xwe jî feda bikin’

Dayika pakrewan Şînda Botan, Xendel Mihyedîn ku zaroka xwe fedayî axa Efrînê kiriye teqez dike ku wê saya zarokên xwe vegerin Efrînê û ev tişt anî ziman: "Ev bû pênc sal em ji ax û warê xwe koçber bûne. Ev zehmetiya herî mezin e ku mirov bijî. Berxwedan û têkoşîna me di koçberiyê de tenê ji bo vegera Efrînê ye. Her wiha di koçberiyê de em zehmetî û astengiyên jiyanê jî dibînin lê tenê ji bo vegera axa xwe em hebûn û tunebûnê tehemul dikin. Em ê zarokên xwe di oxira Efrînê de jî bidin em ne poşmam in. Em weke dayikên şehîdan, piştgiriya hêzên xwe dikin û li ser şopa zarokên xwe dimeşin. Min keça xwe di Berxwedana Serdemê de ji bo parastina Efrînê oxir kir û ez ê hê jî zarokên xwe ji bo Efrînê bidim. Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin û xeyalên wan ên ji bo welatekî azad pêk bînin."

Her roj bi hêviya vegerê dijîn

Yek ji jinên koçber ên Efrînê Mîdiya Hec Ehmed diyar kir ku helbet rojek dê bê û armanca wan a vegera Efrînek azad pêk were û wiha got: "Em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê. Efrîn tu car ji bîr û xeyalên me neçûye û bi hêviya vegerê, em berxwedana xwe di qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê de didomînin û em bi îsrar in. Her roj em bi hêviya vegerê dijîn. Efrînî li Şehbayê êş û birînên xwe bi hev re derman dikin û zehmetiyên jiyanê derbas dikin. Efrîn Efrîna me ye."

‘Efrîn bi xwîna zarokên xwe hatiye avdan, em dev jê naqerin’

Meriyam Henan xuya kir ku rojane peyva Efrînê tînin ser ziman û ji bîra wan neçûye û got: "Rojên me di koçberiyê de bi gotina peyva Efrînê û înşalah em ê vegerin, derbas dibin. Êş û birînên me yên dûrketina ji Efrînê rojane bi me re nû dibin. Em di berxwedana xwe de xwedî biryar in ji ber ku ev berxwedanî wê vegera me misoger bike. Du hefte piştî şehadeta keça xwe ji bo parastina Efrînê, em koçber bûn. Em ê xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin û li erdê nehêlin. Efrîn bi xwîna zarokên xwe hatiye avdan û em dev jê naqerin. Em jî soz didin ku tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin heya ku vegerin Efrînê. Em ê ji cîhanê re îsbat bikin ku tenê berxwedanî li dijî dagirkeriyê bi ser dikeve."