Jinên Efrînê: Ji bilî xeta berxwedanê em tu rê napejirînin

Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne li hember êrişên çeteyên dagirkeriya dewleta tirk dibêjin wê ji bilî xeta berxwedanê tu riyên dîtir nepejirînin û hêz ji şervanên xwe digirin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 27'ê Mijdarê ve dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî Cebhet El Nusrra ji aliyê gundewarên rojavayê Helebê ve êrişên dijwar li hember hêza Hikumeta Şamê, pêk anîn û heya vê kêliyê ev êriş xwe berdewam dike. Di encamê de piraniya taxên bajarê Helebê ketin bin kantrola çeteyan. Her wiha ji aliyê bakurê gundewarên Helebê ku di nav de Şehba parên xwe ji van êrişan jî digirin û rojan bi êrişên çeteyan re dimînin. Li hember van êrişan û kiryarên dagirkeriyê û çeteyên wê ve koçberên Efrînê û şêniyên Şehba xwedî sekin û biryar in û berxwedana xwe li dijî êrişan xurtir dikin. Tenê li hember êrişan xetê berxwedan û têkoşînê hildibijrin.

Di derbar êrişên çeteyên dewleta tirk a dagirker li ser Şehbayê, jinên koçberên Efrînê ku li Şehba berxwedana xwe didomînin helwestên xwe parve kirin.

'Em li pişta şervanên xwe ne'

Henîfa Hemo balkişand ser êrişên çeteyan û li dijî van êrişan wê berxwedana xwe bidomşnin û wiha vegot: "Ev bû 7 sal em li warê koçberiyê û di bin çadiran de bi taybet li dijî hemû zextên jiyanê berxwedana xwe berdewam dikin. seranserî salên koçberiyê dewleta tirk û çeteyên wê ve êrişên xwe li dijî sivîlan pêk tîne û dîsa morala me bilind e. di van rojên dawî de ji aliyê çeteyên cebhet El Nusrra ve êrişên dijawr derdorê me pêk tîn û heya ku êrişî herêmê jî dikin, li hember van êrişan berxwedan û têkoşîna me bilind dibe û hêztir dibe. em li hember êrişan bi hemû derfetên me amade ne û em ê parastina axa xwe bikin. em li pişta şervanên xwe ne ew li ser sînor li berxwe didin em jî di nava gelê xwe de berxwe didin û tu car jî ranewestin."

'Ji bilî xeta berxwedanê tu xetan napêjirînin'

Sîham Ehmed xuyakir li hember her cureyê êriş û qirkirinê wê xeta berxwedana xwe hilbijêrin û ev tişt anî ziman: "Rojane êriş li ser me hene, lê van rojên dawî de ji aliyê cebhet El Nusrra ve derdorê Şehabyê hatiye dorpêçkirin û êriş dijawrtir in. Em ji Şehbayê dernakevin û ji bilî xeta berxwedanê tu tiştekî napejrînin. Bi van êrişan tu car em natirsin û dev ji berxwedana xwe bernadin. Ev bû 7 sal em li berxwe didin û em ê hîna jî li berxwe bidin, li hember hemû cureyên qirkirinê û îmhakirinê. Em ê Şehab ji çeteyan re bikin gor û wan tuane bikin. berxwedan jiyan e û em ê jî li berxwe bidin heya ku dighêjin armanca xwe."

'Berxwedana 58 rojan li Şehba xwe didomîne'

Rûşan Elî jî dest nîşan kir ku berxwedana 58 rojan a li Efrînê îro li Şehba xwe didomîne û wiha pê da çû: "Me li Efrînê 58 rojan li hember topên dagirkeiryê li berxwe da, hebûn û berxwedana me li Şehabyê jî temamkirina wê berxwedanê ye. me amadekariyên wek jin ji şer re kiriye û em ê bibin hêza piştevaniyê ji şervanên xwe yên li cebheyan re. eger ji me bê xwestin em ê çek hildin ser mil û li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin û şer bikin. serkeftin wê bibe para gelê azadîxwaz û demoqras."