Jinên ciwan ên Helebê li dijî tecrîdê û êrişan meşiyan
Yekîtiya Jinên Ciwan di bin diruşmeya “Bi rihê 15 Tabaxê em ê azadiya Rêber APO misoger bikin” li dijî tecrîdê meşiyan.
Heleb – Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşmeya “Bi rihê 15’ê Tebaxê emê azadiya Rêber APO mîsoger bikin duh li Helebê meşekê girseyî lidar xistin.
Meş ji Navenda Yekîtiya Êzdiyan dest pêkir heya Qada Şehîd Destîne berdewam kir. Bi hezaran ji yekîtiya jinên ciwan û şêniya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê amede bûn. Di meşê de alên yekîtiya jinên ciwan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildabûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê yekîtiya jinên ciwan Heval Hêva axivî û got: “Di serî de em berxwedaniya Rêber APO yê ku ev 23 ê sal in di girava Îmraliyê de têdîkoşe silav dikin, şehîdên Rojavayê Kurdistanê şehîdên nemir bi bîrtînin û fermendara nemir Jiyan Tolhildan bi bîr tînin û em bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Di encama komployekê navdewletî de ev 23’ê sal in Rêberê me di girava Îmraliyê de ye. Rast e ku rêber Apo di girava Îmraliyê de ye, lê ema fikr û felsefeya xwe di nava gelê xwe de ye di nava ciwanên xwe de ye. Rêber Apo tenê bi fîzîkî di zindana Îmraliyê de ye, em jî rojene li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Rêber Apo bi fikr û birdoziya xwe rê ji jinê re vekir ku jin xwe binase, xwedî hêz û îrade be.”
Hêva di axaftina xwe de bal li ser hedefgirtina pêşengên jin kişand û wiha domand: “Niha em dibînin dewleta tirk a dagirker her dem fermendarên me ji xwe re hedef digirin û her roj bi encama xiyanetê fermendarên me digihêjin asta şihadetê. Lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku çiqas tecrîdê li ser Rêber APO giran bike jî, çiqas êrîşê li ser gelê kurd zêdetir bike jî, weke gel em ê bi şerê gel ê şoreşgerî jiyana azad pêk bînin.”
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.
“Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin”
Berdevka ciwanên şoreşger Ronahî Cûdî wiha got: “Wek tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan em ê her tim li ser piyan bin û em ê li ber xwe bidin. Em ê her tim bibin şoreşger û fedayî Rêber Apo û fedaiyên hemû kurd û Kurdistanê. Bi rihê şerê gelê şoreşgerî emê her tim li qadan bin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin.”
Berdevka Jinên ciwan Mewlîde Memo jî bal kişand li ser êrişên dewleta tirk û wiha got: “Wek yekîtiya jinên ciwan em ê her tim li kolanan bin heya ku em Rêber Apo bi awayekê fîzîkî azad dikin. Em ê bi rihê egîdan her tim çalakiyên xwe bikin. Em wek jinên kurd em serkeftina misoger dixwazin û gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin.”