Jinên Afganî li dijî girtina dibistanan çalakî lidarxistin

Çalakvanên jin ên Afganî çalakiyên xwe yên li dijî Talîbanê didomînin. Li Nimrozê li dijî girtina dibistanên keçan û êrîşên li ser gel çalakî hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê ji aliyê Talîbanê ve bi awayekê keyfî girtina dibistanên keçan li Nîmrozê hat protestokirin. Komek ji çalakvanên jin ên Efxanistanê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan ku hîn dibistanên keçan ên ku li Nemrozê hatine girtin nehatine vekirin û kiryarên terorîstî yên li dijî xelkê zêde bûne.

Jinan daxwazên xwe li ser pankartan nivîsandin

Di çalakiya protestoyî ya ku ji aliyê koma bi navê “Tevgera Xweser a Berxwedana Jinên Afganîstanê” hat lidarxistin de jinan bi pankartên çapkirî daxwazên xwe bilind kirin û rûyê xwe girtin. Jinên aktîvîst ên ku dixwazin êrîşên li dijî sivîlên li welat di zûtirîn demê de bên rawestandin, destnîşan kirin ku axa Afganîstanê mîrateya jinên Afganî ye û ew ê wan biparêzin.

"Divê êrîş di zûtirîn dem de bên rawestandin"

Li gel pankartên ku naveroka daxwazên xwe yên wekî "Perwerde mafê me ye, Talîban nikare wê ji destê me bigire", "Deriyê dibistanê negirin", "Welatî şiyar bibin" hatin vekirin, jinan jî xwestin êrîşa li ser sivîlên li welêt di zûtirîn dem de raweste.

Jinan bang li welatiyan kirin ku li dijî pêkanîn û polîtîkayên çewt ên Talîbanê beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.