Jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parastina taxên xwe dikin
Di nav şer û pêşveçûnên dijwar ên ku li Bakurê Sûriyeyê diqewimin, gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina xwe berxwedaniyeke mezin dikin.
Heleb- Ji 27'ê Mijdarê ve çeteyên Cebhet El Nusra yên girêdayî dewleta Tirk ji aliyê gundewarên rojavayê Helebê ve êrişên dijwar li hember hêzên Hikumeta Şamê pêk anîn. Hikûmeta Şamê beyî ku li berxwe bide, çeteyan di nav çend demjimêran de bajarê Helebê li Sûriyeyê bi temamî kontrol kirin. Di heman demê de gelek gundewarên Hema ketin destê çeteyan de. Anha pevçûn li Dera û derdora Humsê diqewimin. Her wiha bi êrîşên çetayan, hem wek dewleta Tirk ji duho we bê navber êrîşê gundê û bajarokên Kantona Şehba- Efrînê dike. Di encama van êrîşan de zarokek birîndar bibû.
Di nav pêşveçûnên bê serûber de sekna gelê Kurd
Li aliyekî din, gelê Kurd li bajarokên xwe yên li Helebê mîna Taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba hîna diparêzin û nehiştin ku çeta derbas bibe tevî gelek hewldanên ku ji aliyê şêniyê bajêr ve. Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê bi daxuyaniyên fermî ragihandin ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û dema ku hat xwestin ew ê ji bo parastina gelê xwe gav paşde ne avêjin.
Heta vê kêliyê şer û pevçûn berdewam dikin, ji her du aliyan de bi sedan kuştî û birîndar hene. Di heman demê de çend çete yên ku hewl dan derbasî Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin ji aliyê Enîya Gelên Helebê hatin bêbandor kirin û di encamê de ev hewildan vala hat derxistin.
‘Em nahêlin dijmin bigre ser me’
Ji destpêka êrîşan ve gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dest bi amadekariyan dikin. Piştî ku Hikûmeta Şamê bi temamî xwe ji van taxan kişand, gel li ser piya ye û çek hilgirtin milê xwe da ku çete taxên wan dagir nekin.
Şîlan Mihemed jinek ji Taxa Şêxmeqsûd e, ji roja çarşemê ve bi hevalên xwe re bi şev û roj li taxê parastin dike, dibêje: “Em parastina xwe dikin da ku dijmin taxên me dagir neke. Di sala 2016’an de êrîşeke bi vî rengî ser me de hat. Di wir de me berxwedanî kir û parastina taxa xwe kir.”
‘Ev axa me ye û jinên Kurd serê xwe natewînin’
Ji Taxa Şêxmeqsûd Seher Ehmed tekez kir ku jinên Kurd ji bo berxwedaniyê her dem amade ne û wiha pê de çû: “Bi jin, mêr û zarokan jî em parastinê dikin, tu carî jinan serî netewandiyê û dê netewîne di vê rewşa aloz de. Di van demjimêrên dereng de em li kolanan dimînin, ji ber ku ev axa me ye û erk li ser milê me ye ku em wê biparêzin. Wek her pêvajoyê em ê Şerê Gelê Şoreşgerî bidin meş