Jinan li ser xeta têkoşîna hevpar a li dijî texrîbatên qeyûmê diaxivîn

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di panela bi mijara “Texrîbatên ku qeyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar” a li amedê hatê li darxistin de axivî, got ku qeyûman li dijî îradeya jinan êrişek e.

Navenda Nûçeyan - Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê di Şanoya Bajêr a Amedê de panela bi mijara “Texrîbatên ku qeyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar" li dar xist. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên jin ên HDP'ê yên ku ji wezîfeya xwe hatin girtin û cihê wan qeyûm hatin tayînkirin, Hevseroka Sendîkaya Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Hemû Bel-Sen) a Şaxa Amedê Nîhal Yanîk, Koordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç, Hevseroka berê ya Şaredariya Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu, endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tirenç Îpek Ulaş, ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman û ji Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer jî wek panelîst cihê xwe girtin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Komeleya Jinan a Rosayê, Seroka Giştî ya KADAV’ê Ayşe Yetmen, rojnamevan Ayşe Duzkan û gelek çalakvanên jin beşdarî panelê bûn. 

“Qayûman şaredariyan veguherandiye qada rant û îktidarê”

Ayşe Acar Başaran axaftina destpêkê ya panele kir û diyar kir ku ew ji sala 2016’an ve dibin şahide rûxandina qeyûman a li bajarên bakurê Kurdistanê û qeyûman şaredarî veguherandiye qereqol û hêlîna rantê û qada îktidarê kul ê bertîlê bixwin. 

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku lazim e ku qeyûm bi berfirehî bên nîqaşkirin û wan ji sala 2014’an ve li şaredariya modela hevserokatiyê xistine meriyete û bi temsîlyeta wekhev di rêveberiyên xwecihî de bû azmûna yekemîn. Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku karê ewil ê qeyûman ew bû ku sazî û dezgehên jinan bigirin û hemû xebat û saziyên jinan kirin armanca xwe û xwestin bi vê yekê saziyên jinan û jinan bikin hedefa îktidarê. 

“Qeyûman li dijî îradeya jinan û îradeya veguherînê jî êriş e”

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman û midûrên mêr re li şaredariyan feraseta serdest a mêr bicih kirine û got: “Dixwazin jin li ber dewlet û îktidarê serê xwe bitewînin. A rast bi tayînkirina van qeyûman û midûrên xwe dixwazin li ser îradeya jinan û temsîlyeta wekhev êrişan pêk bînin û ji holê rakin. Me li gorî pêdiviya jinan bi perspektîfa xizmetê hereket dikir. Lê niha ew xizmet ji wê perpektîfê gelek dûr e. Niha em bi rejîma qeyûm ku qet îradeya jinan nas nake û tune dihesibîne re rûbirû ne. Em ji roja ewil ve dibêjin qeyûm li dijî îradeya gel, îradeya mafê hilbijartinê û gelê kurd êriş e. Her wiha qeyûm li dijî îradeya jinan û îradeya veguherînê jî êriş e. Divê em destkeftiyên jinan ên hevpar biparêzin. Îktidar hin bêtir bi awayek tund destkeftiyên me tune dike. Divê em bi têkoşînek hevpar destkeftiyên xwe û bo siberoja xwe bixebitin. Em dikarin bi têkoşînek hevpar destkeftiyên xwe biparêzin.”  

Panel bi axaftina beşdarvanan berdewam dike.