Jinan bertek nîşanî girtina aktivîstên TJA'yê dan

Jinên Amedê bertek nîşanî binçavkirin û girtina aktivîstan û operasyonên ku bênavber çedibin dan û gotin ku ew ê cihê kesên hatine girtin vala nehêlin, têkoşîna xwe berdewam bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji 22 aktîvîstên Tevgêra Jinên Azad (TJA) ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de 29’ê Mijdarê danê sibê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê 8 ji wan hatin girtin. Di lêpirsîna ku 14 jin di bi şertê hepsa malê de hatin berdan de, xebatên jinan ên ji pêvajoya KJA'yê û vir ve û konferansên piştî sala 2011'an heta niha wek hinceta girtinê hatin nîşandan. Bertekên li dijî girtina jinan ên beriya hilbijartinê didomin. Jinan bal kişandin ser operasyonên girtinê û gotin ku ew baş dizanin çi armancê tên dikin.”

‘Li dijî jinan polîtîkayeke taybet heye'

Yek ji edîtorên Kovara Jineolojiyê Rûşen Seydaoglu ya diyar kir careke din polîtîkayên dijminatiyê yên li ser jinan bi eşkenceyê di bin çavan de hatine pêkanîn dibînin, di wesayitê de bi saetan rawestina jinan û nedabîn kirina pêwîstiyên bingehîn polîtîkayên taybet ên li dijî jinan e. Ruşen Seydaoglu got ku ev pêkanîn demek dirêj in li dijî jinên Kurd tên kirin û bal kişand ku jinên hatine girtin, berê jî gelek caran hatine girtin û darizandin lê dest ji têkoşîna xwe bernedane.

'Hewl didin cihên rêxistinbûyînê tune bikin'

Rûşen Seydaoglu, diyar kir ku wek jin ji vê berdewamî û bingehê hêzê digrin û wiha axivî: “Têkoşînek jinan a ku qet xilas nabe û berdewam dike heye. Hewl didin bi tacîzên darazê re her çalakiya jinan wek sûc nîşan bidin. Em dizanin ku bi vê yekê re hewl didin qadên rêxistinbûyînê teng bikin û tune bikin. Ji wan polîtîkayan re her dem bersivek xurt a jinan heye.”

'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'

Rûşen Seydaoglu da zanîn ku ew ê cihê jinên hatine girtin vala nehêlin, riya xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin, herî dawî wiha got: “Jinên ku di hemû waran de têkoşiyan hebûna xwe diparêzin, ger bên girtin jî dê bi jinan jî cihê xwe tije bikin. Kesê bi xewneke romantîk dest bi vê têkoşînê nekir. Me bi dersên ku ji êrîşên bi hezaran salan ên pergala serdest a mêr girt, dest bi vê têkoşînê kir. Elbet em dizanin ku dê ev êrîş pêk werin lê em qebûl nakin. Em baş dizanin ku êrîşên heyî êrîşên feraseta serwer a mêr in.”

'Êrîşên li dijî TJA'yê bi pergalî didomînin’

Yek ji jinên ku bertek nîşanî operasyonan da, endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş jî da zanîn ku pergal ji bo parastina qada îqtîdara xwe bêyî raweste êrîşê jinan dike. Rûken Erguneş diyar kir ku ev êrîş wek li hemû qadên jiyanê, di qada darazê de jî hene, wiha axivî: “Îro li dijî TJA’yê êrîşeke bi pergalî ku êdî em nikarin bihejmerin heye. Dixwazin êrîş û girtinên li dijî jinan bi îdiayên şahidên veşartî û endamtiya rêxistinê veşêrin. Bi taybetî jî di 25’ê Mijdarê de bi qedexeyên çalakî yên li bajarên Kurdistanê xwestin jinan bêdeng bikin û jinên ku li bajarên Tirkiyeyê daketin qadan, rastî êrîş, tundî û binçavkirinê hatin.”

'Hewl didin bi girtina jinan civakê bêdeng bikin’

Rûken Erguneş da zanîn ku di navbera kesên hatine girtin de jinên ku nexweşên giran hene her wiha yên ku demek kurt berê qeza derbas kirine û kirine dermankirina wan didome hene û got ku ew nexweş bi saetan rastî îşkenceyê hatine, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet jinên ku natirsin hedef digre. Hewl dide bi riya jinan di civakê de bêdengiyek ava bike. Beriya hilbijartinê hewl dide bi van girtinan peyama xwe bigihîjîne aliyên muxalif. Jinan ji têkoşîn dûr bixe û nehêle di hilbijartinan de bixebitin lê divê baş bizanibe ku qad bên qedexekirin jî dê jinên têkoşer ji qadan paşve nekeşin. Em ê van binpêkirinên mafan bînin ziman û bi hevalên xwe yên hatine girtin re têkoşîna xwe bi piştevaniyê berdewam bikin.”