Ji zanîngehan peyama bilindkirina têkoşînê

Serhildanên ku piştî qetilkirina Jina Emînî destpêkir heta niha xwendevanên zanîngehê li qadan in û diyar kirin ku ‘Bi biryarek bi hêztir ya boykotê re wê li hemberî êrîşan seknek hevbeş nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan – Di demekê de ku zextên rejîma Îranê li ser zanîngehan berdewam in, xwendekar pêşengiya serhildanê dikin ku piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî di 16’ê Îlonê de li paytext Tehranê li Îranê û bajarên Rojhilat destpê kir. Di dema dawî de li kampusên zanîngehan jehrîbûna xwarinê balê dikişîne, binçavkirin jî hene. Aktîvîstên xwendekar, serokê komeleya xwendekaran û berdevkê sendîkaya xwendekaran di nav kesên hatin binçavkirin de hene. Polîsên rejîma Îranê herî dawî li zanîngeha zanistên pizîşkî ya Sine terora binçavkirinê pêk anî.

‘Bes e ji baregehên leşkerî ya li zaningehan’

Derbarê girtin û binçavkirinan de zanîngeha Sine ya zanista Tibê komek xwendevan xwe weke milîtanên aştiyê binav kirin daxuyaniyek nivîskî belav kirin û  bal kişandin ku rejîm ji serhildanên xwendekaran ditirse. Xwendekaran bang kirin divê li zanîngehan demildest hebûna leşker û polîsan bi dawî bibe û dawî li baregihên leşkerî yên zanîngehan were.

Ji xwendekaran peyama bilindkirina têkoşînê

Xwendevanan zext û polîtakayên komkujiyê yên li Rojhilat şermezar kirin û daxwaz kirin ku girtinên li zanîngehan bi dawî bibe. Di dawiya daxuyaniyê de xwendevanan peyam dan hêzên rejîmê û gotin: “Di rojên were de wê li hemû zanîngehên boykotek bi hêz were li darxistin. Li gel baykotê li dijî êrîşan wê seknek hevbeş were nîşandan.”