Ji platforma jinan ya 25’ê Mijdarê serlêdana sûc

Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê der barê binpêkirinên di êrîşa polîsan a di meşa 25'ê Mijdarê de pêk hat de serlêdana sûc kir.

Stenbol – Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê, têkildarî êrîşa polîsan a 'Meşa Şevê' ya 25'ê Mijdarê ya Stenbolê û binçavkirinan serî li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê da.

Beriya serlêdana sûc platforma jinan ya 25’ê Mijdarê li ber deriyê adliyê daxuyanî dan. Parêzer Diren Goymen derbarê binçavkirinan de zanyarî dan û diyar kir ku li Taksîm û derdora tunelê ew binçavkirinên ku hatine kirin parêzer bi xwe bûn şahidê işkence kirinê û hîn parêzer bi xwe jî rastî îşkenceyê hatin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ji bo em bibînin ku muvekulê me rastî nêzikatiyên nebaş hatine yan ne û pêwistiyên wan yên weke av û tuwletê tên dayîn yan na em çiqas israr dikin û rê nedan hevditîna parêzer û muwekilan. Hevpîşeyên me yên ku hatine piştgiriyê li ber emniyeta Dtanbulê kom bûn. Bi biryara amirhêzên Polîsan ew parêzerên ku dixwestin bi muvekilê xwe re hevditinê bikin em rastî tundîtûjiyê hatin. 10 parêzer hatin binçavkirin û parêzerin din li ber sermayê hatin hiştin. Li Kagithanê heman rewş hate jiyankirin.”

Di serlêdana sûc de ihlal cih girt

Di serlêdana sûc ya platforma jinan ya 25’ê Mijdarê de hat qeydkirin ku walilik û qeymiqamtî û emniyet bi zanebûn qestî canê jinan kirine. Di daxwaznameya ku hat bibîr xistin di dema binçavkirinan de işkence li jinan kirine û di serî tacîz, bê girtename dest danîna ser telefon û amurên dijîtal, di dema biçavkirinê de işkenceya lêgerina tazî, ji aliyê bijîjkan ve rastî tundîtûjiyê hatina jinan û muayene nekirina wan, gelek ihlalkirinên mafan cih girt.

‘Em tundîtûjiyê qebûl nakin’

Di daxwaznameyê de ev tişt hatin gotin:

“Rûxmê van hemû tundîtûjiyan, me di 25’ê Mijdarê de hemû der vegerand cihê çalakiyan û me çalakiya xwe kir. Lê belê ew tundîtûjiya ku li beramberî me hatiye kirin em qebûl nakin. Bi gotina prosedor dixwazin işkence û nêzakatiyên xirab normal bikin, bi zanabûn qestî canê jinan tê kirin û dixwazin bêdeng bikin, ev konsepta nû ya tundîtûjiya polîsan em qebûl nakin. Wê gilîkirin û wê serlêdanên lêkolînên disiplinê berdewam bikin. Weke jin em ê tu caran dest ji maf, jiyan, têkoşîn, azadî, yekitiyê bernedin. Bi hêviya hevditina li kolanan.”