Ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kêliyên mirovî

Şervana YAT'ê Zîlan Cûdî ya ku beşdarî qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûye dibêje ku ew pir bi baldarî tevdigerin û bi qasî aliyê ewlehiyê yê operasyonê li ser aliyên mirovî jî pir bi baldar in.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li kampa Holê ya 45 km rojhilatî bajarê Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve penaberên Iraqî, koçberên ji parêzgehên Sûriyê û ji malbatên DAIŞ'ê yên Sûrî, Iraqî û ji 52 welatan cih digrin. Kampeke mirovî ye lê bi terora DAIŞ'ê re rû bi rû dimîne. Di nav vê kampa xeternak de ji aliyê DAIŞ’ê sûcên kuştin û îşkenceya li ser kesên ku dixwazin xwe ji hişmendiya DAIŞ’ê rizgar bikin pêk dihat. Hêzên Ewlekariya Hundir bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), QSD û Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi armanca pêşîlêgirtina sûcên der mirovî yên di nav kampê de rû dida dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin û operasyon di roja heftemîn de bi hemû leza xwe didome.

Bîlançoya roja 6’emîn a operasyonê

Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî di roja heftemîn de de ku di fêza sêyemîn de lêgerîn dewam dikin, şervan bi baldarî nêzî van malbatan dibin. Di roja şeşemîn a lêgerînê de 15 kesên ku gumanên DAIŞ’ê li ser wan hebû hatine girtin, 3 konên ku weke cihê dadgeh û îşkencexane dihatin hatine bikar anîn hatine dîtin û rakirin. Her wiha 3 tunel ji aliyê şervanan ve hatiye dîtin û rakirin, pakêta çeka M-16, 2 çenteyên leşkerî, alavên ku DAIŞ’î îşkenceyê li mirovan dikirin, hejmarek telefon, tablet û kart ên bi rengê pir cûda hatibûn veşartin hatin dîtin. Şervan li gorî navê vê operasyonê erk û berpirsiyartiyên xwe yên li dijî terorê û pêkanîna ewlehî û aramiya nava penaber û koçeran de, pêk tînin.

"Em hevsengiyê dixin navbera aliyê ewlehî û mirovî de"

Şervana Yekîneyên Antî Teror YAT Zîlan Cûdî a derbarê operasyonê û merheleya ew gihiştine de ji ajansa me re axivî got ku ew li gor navê operasyonê tevdigerin û wiha dom kir: "Em aliyê vê operasyonê yê mirovî pir diparêzin û li gorî hesasiyeta wê tevdigerin. Di derbasbûna me ya konan de jin û dayikên astengdar ku nikarin ji erdê rabin tên dîtin, em bi wan re dibin alîkar. Lê belê li hemberî vê yekê jî em tedbîrên xwe yên ewlehiyê jî digrin, em hevsengiyê dixin navbera her dû aliyan de. Destpêkê em dora konan digrin û paşê lêgerîn dest pê dike."

Zîlan Cûdî wiha pêl da gotina xwe: "Aliyê zarokan de em pir bi baldarî nêz dibin û ew çandekî me yê ku bi ser wan de jî qîr bikin tune ye. Her wiha ava ku li cem me hebe ango tiştekî xwarinê hebê em bi dilxweşî û rûkenî pêşkêşî wan dikin. Ji ber kîjan zarok jî be mirov were ser de qîr bike wê hember mirovan her tirsekê jiyan bike. Lê mirov hinek zarok dibîne ku çiqasî bi fikrê DAIŞ bandor bûne û hinek zarokên din jî hene bê guneh in."

"Em nikarin bi çavê ku malbatên wan çete ne, li zarokên wan binêrin"

Zîlan Cûdî bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Di rûyên kampa Holê hene, rûyek wê yê DAIŞ'ê ye û rûyê din jî kesên bê guneh ku destê wan di tiştekî de jî tune ye. Gelek malbatên DAIŞ'ê hene ku hevjînên wan hatine kuştin û beşek jî di girtîgehan de ne, lê em nikarin bi heman çavê terorê li wan binêrin. Ji ber ku bê suc in, em jî li vir erk û berpirsiyartiyên xwe bicih tînin."