Ji mamostayên Rojhilat banga yekîtiyê

Kedkarên perwerdê ku li Bane li hev kom bûn, bal kişandin li ser encama polîtakayên zextê ya hikumetê ku berdewam dike û banga yekîtiyê kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve li Îranê dest pê kir, berdewam dike; xebatkarên perwerdeyê yên Rojhilatî biryara yekitiyê dan. Duh komek xebatkarên perwerdehiyê, sendîkavan û mamosteyên teqawîtbûyî yên Bane ji bo hevgirtina hevrêyên xwe daxuyaniyek dan.

Banga bilindkirina têkoşînê

Di daxuyaniyê de bal li ser serdegirtin û binçavkirinên li dijî kedkarên zanîstê û perwerdeyê yên li Saqiz, Merivan, Divander û Sine ku ji aliyê hikumeta Îranê ve pêk tê, hat kişandin û banga bilindkirina têkoşînê li sendikayan hat kirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bertekê nîşanî daxwazên hikumetê yên ku hatine weşandin bikin, bal lê hat kişandin ku gelek mamoste nayên erkdarkirin û wiha gotin: “Divê hikumeta Îranê erka xwe ya rast bi cih bîne.” 

‘Divê zext bi dawî bibin’

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku demildest zexta li ser perwerde û kedkarê zanistê bi dawî bibe û li dijî enflasyonê divê mûçeyê perwerdekaran were zêde kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Perwerdê ku li eyaletên Kurdistanê girêdayî hikumetê kar dike li ser mamosteyan zext tê meşandin, bi taybetî li ser mamosteyên sendîkavan zext tê kirin ku li gor fermanên ne li got etîka pîşeyê ye pêk bînin. Di encama sepanên hikumeta Îranê de en zext zêde dibin.”

Mamosteyên Baneyî yên der barê mijarê de bang li hemu kedkarên zanist û perwerdehiyê yên li Rojhilat xebatê dimeşînin, kirin û mîna mehên derbasbûyî yên li seranserî welat pêk hat banga protestoyên girseyî kirin.