Ji Konferansa Jinan UNIA’yê ji bo ‘Peymana karê giştî ya femînîst’ bang hat kirin

Di Konferansa Jinan UNIA’yê de jinan ji bo peymana karê giştî yê femînîst bang kirin, biryar girtin ku li dijî şîdet û tacîza zayendî ya li cihê kar dest bi kampanyayek bikin.

Navenda Nûçeyan- Yekitiya Sendîkayên Xizmetê Îsvîçreyê (UNIA) Konferansa Jinan di roja 25’ê Gulanê de li Solothurnê li dar xist. Di konferansê de 140 jinên delegeyên UNIA’yê li ser tevgerên jinan ên çend salên dawî nirxandin kirin.

Jinan di konferansê de ji bo peymana karê giştî ya femînîst bang kirin, biryar girtin ku li dijî şîdet û tecîza zayendî ya li cihên kar dê dest bi kampanyayê bikin. Di konferansa ku pirsgirêkên jinan ên bingehîn hatin nîqaşkirin, bi biryarên ku hatin girtin, jinên endamên UNIA’yê, 14’ê Hezîranê û  12’ê Îlonê dê derbikevin kolanan.

‘Heqdestê jinan kêm didin’

Sekretera Wekheviya Derfetan a Navenda UNIA’yê Aude Span di axaftina li konferansê de bal kişand ser têkoşîna li dijî cudakariya heqdest û wiha got: “Xebata li bazarên ku hejmara jinan zêde ye, biçûk tê dîtin û heqdestek kêm didin jinan. Nîvê karkeran, mehê ji 4 hezar û 126 Frank kêmtir digrin û xebata jinan a li malê jî nayê dîtin. Em hê jî bi peymanên giştî yên femînîst, ji bo karkerên ku perwerdeya pîşeyî dîtine, bi taybetî jî yên li bazarên jinan ku nayên parastin, herî kîm ji bo 5 hezar Frank heqdest têdikoşin.”

Dê ji bo daxwazên femînîst rehber were amadekirin

Di konferansê de beşdaran biryar dan ku di hevdîtinên peymanên kar ên giştî de rehbereke ku daxwazên femînîstan bîne ziman were amadekirin. Armanc bi vê yekê ew e ku çarçoveya peymanên kar ên giştî were berfirehkirin, pêdivî û daxwazên jinan tê de cih bigrin û nûnerên jin di hevdîtinên kar ên giştî de amade bin. Li gorî awayê rêxistina sendîkayê, biryarên jinan ên di konferansê de tên girtin yek bi yek tên pêkanîn.

‘Ev mijara edaletê û maf e’

Li Îsvîçreyê ji sê jinan yek li cihê kar rastî tacîza zayendî tê, ji 5 jinan yek rastî zexta têkiliya zayendî ya bêdil tê û ji her du hefteyê, jinek ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve tê qetilkirin.

 Piştî nîqaşan Grazia Prezioso ji bo Serokatiya Komîsyona Navenda Jinan UNIA’yê hat hilbijartin û wiha got: “Em li ser tacîza zayendî ya di nava sendîkayê de nîqaşan dikin lewre hem di navbera xebatkaran de hem jî di navbera xwediyên kar de afirandina guherîneke çandî girîng e. Ji bo hejmara bûyeran kêm bibe divê em bizanibin ku tacîza zayendî çi ye. Ev mijara edalet û maf e.”

Di konferansê de jinan ji bo greva jinan a di 14’ê Hezîranê de û mitînga ji bo heqdestê wekhev ê a di 21’ê Îlonê de were lidarxistin banga beşdarbûnê kirin.