Ji jinên Tûnisê xetek nû ya berxwedanê: Em ji nûve vedigerin

Endamên Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê, li dijî zextên dewletê û girtina navendên komeleyan bi kampanyaya “Râci‘ât (Em ji nûve vedigerin) vedigerina qada siyasî û sivîl.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Endamên Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê, tevî girtina navendên komele û zextên qada sivîl, bi dirûşma “Râci‘ât - Em ji nûve vedigerin” dest bi kampanyayek nû kir. Parzêvanên mafê jinan, li gel vê kampanyayê, li dijî dûrxistina ji qada civakî û sînordarkirina azadiya îfadeyê banga ji nûve rêxistinkirin û têkoşînê dikin. Kampanyaya ku di medyaya dijîtal de dengek mezin vedaye, carek din nîşan da ku têkoşîna jinê ya li Tûnisê nevemiriye.

Aktivîsta femînîst Naîla Zoughlamî, diyar kir ku destekê dide kampanyayê û wiha got: “Endamên Komeleya jinên Demokrat a Tûnisê, tevî zext û hewldanên girtina navendên komeleyan, ji nûve vegera qadên têkoşîna siyasî û sivîl temsîl dikin. Kampanya di medyaya dijîtal de dengek mezin veda. Gelek jinên ji xwedî fikirên cûda yên siyasî, destek didin kampanyayê.”

‘Navenda me were girtin jî em ê dîsa vegerin’

Naîla Zoughlamî têkildarî armanca kampanyayê wiha got: “Ev kampanya weke fikrê têkoşîna jinê ya endamên Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê derket holê. Em bi kampanyayê vê dibêjin; devê me nayê girtin, em nayên bêdengkirin, navendên me werin girtin jî em ê dîsa vegerin. Em vedigerin, jiyana siyasî û sivîl. Em ê li berxwe bidin û radest nabin. Derî werin girtin jî em hene; em li qadê hene, ji bo parastina azadiyê em hene. Ji ber azadî nayê parçekirin, jin û rûmeta mirovî ji nayê parçekirin.”

‘Ji bo parastina mafê xwe em vedigerin’

Naîla Zoughlamî îfade kir ku ew dê destkeftiyên jinan biparêzin û wiha domand: “Em ji bo parastina hemû desetkeftiyên xwe yên bi şoreşên li welat û zagonên berê hatin derxistin me bi dest xistî em vedigerin. Îro ji bo pêkanîna peymana derbarê karkerên malê ya hejmar 37 a 2021’an, ji bo aktîvkirina qanûna hejmar 58 a zagona têkoşîna li dijî tundiya ser jinê em vedigerin. Li kolanan, herêman, li hemû navendên mede ji bo beşdariya çalakiyên 16 rojî, parastina mafê xwe em vedigerin.”

‘Bi piştevanî em ê serbikevin’

Naîla Zoughlamî da zanîn ku komele ev bi salane stratejiya têkoşîna li dijî tundiya ser jinê dimeşîne, lê belê vê carê dewletê bi xwe li ser wan tundî pêkaniye û wiha got: “Deriyên me hatin girtin, dixwazin dengê me bi birin, azadiya me ya wijdan û fikrî tê sînordarkirin, mafê meyên çalakiyan tê astengkirin. Em îro dibêjin; azadî nayê dayîn tê girtin. Ji berê vê em ê ji bo azadiya xwe têbikoşîn, çalakiyên xwe yên kolanan, kanferansên xwe, piştevanî û bi piştevaniya hemû jinên mexdurên tundiyê em ê serbikevin.”

‘Em radest nabin’

Naîla Zoughlamî destnîşan kr ku niha di nava wan de parêzer, aktivîstên civaka sivîl û rojnamevan jî di navde hinek jin di girtîgehan de ne, ji ber şertên ne li gorî rûmeta wan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Nêrînên siyasî, daxuyaniyê çapemeniyê, ji ber gotin gotine, hatine girtin. Em piştevaniya hemû jin û mêrên hatin girtin dikin. Em piştevaniya jinên ku bi zorê hatin sirgunkirin ku di nav de Bouchra Belhaj Hmida heyî dikin. Tu ceza me ji têkoşîna me gav paşde nade avêtin. Li dijî her cûrên tundiyên li dijî jinê, heta dawiyê em ê têbikoşin.”