Ji jinên Mexrîbî banga têkoşîna li dijî tundiyê û şikandina bêdengiyê

Çalakvanên mafên mirovan piştrast kirin ku tundiya li dijî jinan li Mexribê roj bi roj zêde dibe ku pêwîstî bi têkoşîna li dijî vê diyardeyê heye, bi riya eşkerekirinê û bêdeng nemînin.

HANAN HARITE

Mexrib - Komeleya Yekitiya Jinên Mexribê sempozyûmek wekî destpêkek ji bo kampanya neteweyî ya rawestandina tundiya li ser jinan li ser asta bajarê El-Dar El-Beyda li dar xist.

Seroka Yekitiya Jinên Mexribê Xedîce Ahlîl da zanîn ku tundiya li ser jinan diyardeyeke cidî ye ku divê bê çareserkirin, bi taybetî ku di salên dawî de rêjeya wê gelekî zêde bûye û wiha pê de çû: “Gelek cureyên tundiyê hene, tundiya fizîkî, derûnî, aborî, zayendî û dîjîtal. Sûcên tundiya dîjîtal ji sedî 12 zêdebûn hatiye tomarkirin. Li gorî statîstîkên Neteweyên Yekbûyî ji bo jinan ên sala 2020’an, ji sedî 58.1 jinên Mexribê şîdeta dijîtal a ku pê re rû bi rû dimînin rapor nakin. Karê komeleyê ne tenê bi kampanyayê ve girêdayî ye, em di dirêjahiya salê de kar dikin, ji ber ku kêmkirina diyardeya tundiyê di civakê de, pêwîstî bi xebateke berdewam heye, bi bilindkirina hişyariyê ku tundiya li ser jinan ne tenê bandorê li jinan dike, bandorê li zarokan û li tevahiya civakê dike. Em rojane zêdetirî 20 jinên ku rastî tundiyê hatine pêşwazî dikin û li wan guhdar dikin.”

‘Pêwistiya jinan bi piştgiriyê heye’

Dr.Neîma Hisnî diyar kir ku ji ber ku ew bijîjkek e balê dikşîne ser bandorên tenduristiyê yên tundiya li ser jinan, ji ber ku ew nexweşiyên bedenî, organîk û hem jî derûnî pêk tîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelek jin ji ber tundiyê întihar dikin. Jinên Mexribê cihek girîng girtine û destkeftiyên girîng bi dest xistine ku dikaribûn di cihên serokatiyê de cih bigrin û ji ber vê yekê em her cure reftarên tundiyê yên li ser jinan şermezar dikin. Jina ku rastî tundiyê tê, baweriya xwe bi xwe winda dike. Jina ku rojane rastî tundiyê tê wê çawa bikaribe nifşek saxlem mezin bike. Navendên guhdarîkirinê yên girêdayî komeleyan, ji bo ku karibin rola xwe ya civakî bi cih bînin, pêdiviya wan bi piştgirîya zêdetir heye.”