“Ji bo jinên DAIŞ'î yên li Kampa Holê perspektîfa zêdekirina neslan hatiye dayîn”

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Menar Hesen der barê xilaskirina fêza yekem di Kampa Holê de di nava qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovî de axivî.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovî di roja xwe ya çaremîn de berdewam dike. Di van sê rojên derbasbûyî de li gorî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirine 48 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin her wiha 54 konên ku ji bo perwerdekirinê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye bikar anîn û 2 tunelên ji bo xweveşartinê hatiye bikar anîn hat dîtin û rakirin. Her wiha ev kon ji bo dadgehkirina kesên ku nedixwestin bi wan re hevkariyê bikin ceza û înfaz lê dibirîn, heman wextê de jî wekî akademiyên perwerdekirina taybet ji bo belavkirina fikrên DAIŞ'ê yên tunderew belav bikin, dihat bikaranîn.

Der barê sê rojên derbasbûyî û xilaskirina lêgerîna fêza yekemîn a Kampa Holê de, Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Menar Hesen axivî.

Pêwîstiya operasyonê

Menar Hesen got ku bi armanca girtina çete û şaneyên DAIŞ'ê di hundirê kampê de operasyon hatiye destpêkirin û wiha domand: "Ji ber bêewlehiya ku çete û şaneyan di hundirê kampê de ava dikirin, me pêwistî dît ku operasyoneke berfireh were destpêkirin. Armanca me ya destpêkê girtina çete û şaneyan û kêmkirina xeteriya li ser kampê, di heman wextê de jî em bikaribin ewlehiyê ji penaber û koçberên kampê re pêk bînin. Di nava bûyerên qetilkirinê de herî zêde jin dibin hedef. Jina ku lepikan li xwe neke û wisa derkeve pêşberî her kesê du caran gef lê tê xwarin, cara sêyemîn jî tê serjêkirin."

"Perspektîfa zêdekirina hejmara zarokan”

Menar Hesen da xuyakirin ku jinên DAIŞ'ê li gorî perspektîfên ji wan re hatine ketine tevgerê û wiha dirêj kir: "Ya girîng di Kampa Holê de ew e ku jinên DAIŞ'ê zarokên xwe pir bikin. Da ku wiha jî bibe divê ku jin bi çend kesan re bizewice û zarok çêbibin. Di nava kampê de pir bûyer rû didin lê tiştê sereke ew e ku zarokên 5 salî û ber bi jor ve ew kom dikirin û di konên taybet ên perwerdekirinê de li ser fikrên tunderew ên DAIŞ'ê perwerde dikirin ku ev yek jî ji girîngtirîn sîstem û armancên wan e. Di heman wextê de jî dadgehên wan ên şerî jî di kampê de hebûn, kesên ku şaştî dikirin li wir cezayên wan û biryarê înfazê, serjêkirin ango li gorî biryara derheqê wan de yê ku dihate girtin, dihat dayin. Lê herî zêde jin hesabê şaştiyan dida. Ji ber tûnel û dadgehên şerî di fêza yekemîn de avakirin e, piştî ku ew kes têne kuştin agahî ji mere tên. Ji ber wê jî ev tûnel hemû ji aliyê me ve hatin xirakirin."

 “Biryara kuştina jinan bi destên jinan didin"

Menar Hesen bal kişand ser refleksa penaberên Iraqê ji bo Operasyona Ewlehî û Miroviyê û wiha anî ziman: "Destpêkê ew penaber li dijî operasyonê bûn lê piştî ku dem derbas bû nêrîna wan guherî paşê bi germahî me pêşwazî kirin. Bûyer û sûcên qetilkirinê herî zêde di fêza yekê ya penaberên Iraqê û ya 5 a koçberên Sûriyeyê de çêdibin. Sedema vê yekê nijadperestî ye û herî zêde jin tên kuştin. Di kampê de şane û emîrên wan hene, ji lewre biryara kuştinê ji cem wan de tê dayîn û li gorî wê jin jinan qetil dikin. Qedexe ye ku jin kêmî 18 salî be derkeve derveyî konê xwe ger derkeve jî wê gefên kuştinê ji aliyê bav û birayên wê ve lê werin xwarin."

"Operasyon tenê têrê nakin divê ku welatên wan hemwelatiyên xwe bigrin"

Menar Hesen da payin ku tiştekî pir xeter e ku zarok li kampê pir dibin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ya girîng ji bo ew e ku li cem jinan nesil qut nebe heya ku diçin cem çend mêran jî. Lê ya girîng ne keç ne jî law in domandina fikr û hişmendiya DAIŞ'ê ye. Ger em rastî biaxivin jî operasyon tenê têrê nake ku em kampê ji şane û çeteyan paqij bikin lê belê çareseriya wê ew e ku welatê wan werin wan bigrin. Ya li ser me ferz e aramî û ewlehî ye lê erkên jê mezintir dikeve ser milên welatên wan. Divê ku jin dûrî hişmendiya DAIŞ'ê bikevin, ji ber pêşeroja wan tune ye û xeter e. Ez bang li jinan dikim ku vegerin rastiya xwe."