Ji bo êrişa zayendî ya li Mûşê hat jiyîn daxwaza Lêpirsîna Meclîsê

Parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkun bûyera êrişa zayendî ya li Mûşê li hemberî zarokek hat pêkanîn, anî rojeva Meclîsê.

Enqere - Parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkun, der barê bûyera êrişa zayendî ya li navçeya Bulanîk a Mûşê li dijî zarokek pêk hat daxwaz kir ku Lêpirsîna Meclîsê bê destpêkirin.

Li gel daxwaza lêpirsînê rêjeya sûcên êrişên zayendî ya li hemberî zarokan hat parvekirin û wiha hat gotin: “Li gorî agahiyên di çapemeniyê de cih girtin yek ji bûyerên dawî yên êrişa li dijî zarokan ji herêma min a hilbijartinê ya Mûşê ye. Di van agahiyan de hat diyarkirin ku di tîrmeha borî de li taxa Sutluce ya girêdayî navenda Mûşê keça 4 salî ji aliyê mêrê 18 salî AK ve rastî êrişa zayendî hat, zarok rakirin nexweşxaneyê û kiryar hat girtin. Her wiha hat hînbûn ku di 13’ê Gulana 2022’an de li navçeya Bulanîk a Mûşê zarokek ji aliyê mêr bi navê SS ve rastî êrişa zayendî hatiye.”

Şevîn Coşkun xwest, ji bo tespîtkirina sedemên êrişa zayendî ya li dijî zarokan a li Mûşê hat pêkanîn, her wiha ji bo ji holê rakirina wê, pêşî lê girtina li rewşên bi vî rengî, di derbarê dozên di vî warî de pêvajoya darazê ya pêwîst bê destpêkirin û bi bandor were vekirin, lêpirsîna Meclîsê bê vekirin.