Ji bo 2 jinên di 25'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin biryara dersînorkirinê

Der barê jinên ku di çalakiya 25'ê Mijdarê de hatin binçavkirin û şandin Navenda Lê Vegerandina Selîmpaşayê biryara dersînorkirin û qedexeya ketina welat hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Ji 200 jinên ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de hatin binçavkirin 2 jin bi rojane li Navenda Lê Vegerandina Selîmpaşa ya Stenbolê dihatin rakirin.

Hate hînbûn ku der barê jinan de biryara dersînorkirinê qedexeya ketina welat hatiye dayîn. Hate hînbûn ku ji jinan ya Îtalî bi vîzeya turîst li Tirkiyê ye û ya din jî welatiya Azerbeycanê ku xwedî destûra rûniştine yê. Parêzeran der barê biryaê de îtîraz kirin.