Ji ber ku Twitterê bikar aniye 34 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Ji Salma el Shehab a ji Siûdî re bi hinceta hesaba xwe ya Twitterê heye, 34 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Li Siûdî li dijî jinan zext, qedexe, girtin û cezayên girtîgehê didome. Salma el Shehab a ku li Îngilîstanê di zanîngeha Leedsê de dixwîyne û ji bo betlaneyê vegeriyabû welatê xwe Siûdî,  bi hinceta ku hesaba wê ya Twitterê heye, hesabên çalakvanan dişopîne û parvekirinên ku ew parve kiriye, di hesabê de parve kir, 34 sal cezayê girtîgehê girt.

Salma el Shehab ewilê bi sûcê "di nava gel de tevlihevbûn derxistin û ji bo bêîstikrar kirina ewlekariya giştî û ewlehiya neteweyî serî li malperekê internetê dayîn" 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, lê dadgeha îstînafê cezayê, bi heman hincetê ji sûcê bû demê cezayê derxist 34 salan  û 34 sal jî qedexeya seyahetê da.

Prens El Welîd bin Talal Siûdî ku yek ji sermayedarên Twitterê ye, li ser şirketa veberhênanê ya "Kingdom Holdnigs" xwediyê ji sedî 5 hîseyên Twitterê ye.