Ji ber ku ji amirê polîsan Hanîfî Zengîn re gotin ‘tacîzkar’ hatin darizandin

Jinên ku bî îdiaya ‘heqaretê’ ji ber ji amirê polîsan Hanîfî Zengîn re gotin ‘tacîzkar’ der barê wan de doz hat vekirin, cara yekem derketin pêşberî dozger.

Navenda Nûçeyan- Jin Bi Hevre Bi Hêz In (KBG) di sala 2022’an de bi armanca şermezarkirina girtina Seroka Konseya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî di çalakiya ku li dar xistin de der barê 3 jinên ji aliyê amirê polîsan Hanîfî Zengîn ve rastî tacîze hatin de doz hatibû vekirin.

Hanîfî Zengîn ku bi caran tacîz û îşkenceya wî hat teşhîrkirin jî lêpirsînên der barê wî de bê şopandin bi encam bûn. Ji ber 3 jinan gotin Hanîfî Zengîn ‘tacîzkar e’ bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li wan hat vekirin, danişîna yekem li 27’emîn Edliyeya Anadolu ya Stenbolê ya Dadgeha Cezayê Asliye dest pê kir.

‘Em ê li her derê bin’

Jinan beriya danişînê daxuyanî dan û gotin: “Li qadan, em rastî îşkenceyê hatin divê bi awayekî giliya sûc lêpirsîn were destpêkirin, di tu pêvajoyên darizandinê de tu tevgerek tunebû, ev darizandin gelek caran hat rawestandin, îşkence û heqaret dema bi awayekî sîstematîk dihat kirin, bi giliyê Hanîfî Zengîn li vê derê jin tên darizandin.”

Jinan diyar kir ku ev darizandin polîtîk e û destnîşan kirin ku wê li dijî îşkenceya sîstematîk hebûna xwe ya li qadan berdewam bikin û wiha gotin: “Ên ku divê werin darizandin îşkencekar, qatilên jinan, êrîşkar û failên êrişên zayendî ne. Ne jinên ku li qadan mafên xwe yên destura bingehîn bi kar tînin! Em ê hebûna xwe ya li qadan berdewam bikin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demoqrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku Hanîfî Zengîn bi gelek kiryarên xwe bi dijminahiya xwe ya şexsî hatiye nasîn, ji yên di bin çavan de re digot ‘li benda min bin ez ê werim’ bi taybetî ji bo tacîzkirin û pêkanîna îşkenceyê digot û ev tişt got:

“Tevî bi caran me giliyê sûc kiriye, pêşnûmepirs pêşkêş kir jî, der barê encamê de tu agahiya me tune ye. Em dizanin mijareke  darizandinê nîn e lê çi hîkmet e ku Hanîfî Zengîn bi daxwaznameyekê rê li darizandina hevalên me yên femînîst vedike. Em ji hevkariya tundiya dewleta mêr bêzar bûne, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta Hanîfî Zengîn rûnenê ser kursiya bersûc em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Danişîn hat taloqkirin

Di danişîna yekem de dadgehê, biryar da ku Hanîfî Zengîn bi zorê bînin, der barê wî de ji derveyî sûcên êrişa zayendî dosyayên din hene yan ne wê li UYAP’ê binêrin, wê bizanibin tehqîqata îdarî hatiye meşandin an na. Dadgehê di heman demê de ji bo parêzerên jinan belgeyan pêşkêş bikin danişîna piştî vê taloqî 22’ê Cotmehê kir.