Hunermend Zelal Gokçe hat berdan

Hunermend Zelal Gokçe ya li Balafirgeha Stenbolê hatî binçavkirin serbest hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ê Zelal Gokçe duh bi şev li Balafirgeha Stenbolê bê sedem hat binçavkirin.

Der barê sedema binçavkirina hunermend  Zelal Gokçe de û piştî girtinê birine kuderê agahî nehat girtin. Hevalên Zelal Gokçe yên hunermend dema biryara binçavkirina wê li ser medyaya civakî ragihandin, wan jî diyar kirin ku ji Zelal Gokçe agahî negirtine.

Hat zanîn ku Zelal Gokçe piştî li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê îfade da serbest hat berdan.