HPC- Jin: Heya daxwazên me pêk werin em ê çalakiyên xwe bidomînin

Endamên HPC-Jin ên ku tevlî çalakiya konvedanê ya li pêşiya nûnertiya NY bûne daxwaz ji civaka navnetewî dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya xwe bişkînin û wê di dadgehê navnetewî de ceza bikin.

Qamişlo - Di 12’ê Tebaxê de bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî HPC-Jin li beramberî êrîşên dewleta tirk bi riya şerê hewayî û bêdengiya cîhanê ji vê yekê, li pêşiya nûnertiya NY a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê konekî çalakiyê deyna ku heta roja îro berdewam e. Di konê çalakiyê yê ku di bin dirûşma “Kanî dadmendiya we, em cîhanê vexwendî wijdan û dadmendiyê dikin” hatî vedan,  wêneyên sûcên ku der heqê gelê herêmê de pêk hatineû panêlên bi nivîsa “Na ji şerê dijî zarokan re” hatibûn daliqandin.

Der barê vê çalakiyê de, endama HPC-Jin Hediya Ebdullah a ji navçeya Dêrik a girêdayî bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji me re axivî.

“Aliyên peywendîdar bi devkî dostê me ne û bi dil jî neyarê me ne”

Hediya Ebdullah diyar kir ku ev çalakiya wan li beramberî bêdengiya civaka navdewletî ye û wiha pê de çû: "Ti rol û misyona NY li herêmên me tune ye. Çalakiya me dikeve roja xwe ya sêyemîn de. Dewleta tirk bi hênceta êrîşkirina terorê êrîşî me dike, lê kanî teror? Dîmen û belgeye hemû îsbat dikin ku qurbaniyên van êrîşan sivîl û zarokin. Divê Erdogan bê cezakirin. Êdî hovîtiya dewleta tirk hemû pîvan derbas kiriye, komkujiyan derheqê me de pêk tîne û ewlehiya herêmê xirab dike. Aliyên peywendîdar bi dev dostê me ne û bi dil jî neyarê me ne. Bêdengiya wan destekdayîna êrîşên Erdogan e. Gelek caran hevdîtin di navbera me û civaka navdewletî de û aliyên peywendîdar de çûbûn û her car soz didan me ku piştgirtiya me bikin lê mixabin ev yek nebû."

“Piştî civîna Soçî êrîşên li ser gelê me dijwartir bûn”

Hediya Ebdullah eşkere kir ku piştî civîna Soçî êrîş li ser wan dijwartir bûn û wiha axivî: “Rastiya hemû dewletan ji zû de hatiye naskirin, lewma êdî gel bi hemû pêkhateyên xwe li bermaberî wan disekinin û helwesteke tûj nîşan didin. Daxwaza me jî ew e ku Erdogan di dagehên navdewletî de were dadgehkirin. Cîhan bi tevahî minetdarê gelê Rojava û hêzên wê yên leşkerî ye ji ber ku ew ji terora DAIŞ’ê parastin. Em layiqê vê axê ne û ti car nahêlin ku ti kes axa me dagir bike."

Hêjayî gotinê ye ku ji hemû bajaran tevlî vê çalakiyê dibin û rakirina kon jî ne diyar e.