Hilbijartinên 11’ê Hezîranê wê ji bo 134 şaredariyan çêbibin

Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 192 bajar û bajarok hatiye dabeşkirin, lê hinek dever di bin dagirkeriyê de ne û hinek jî di aliyê binesaziyaê de hin nehatine amadekirin, lewma wê hilbijartin li 134 şaredariyan çêbibe.

Navenda Nûçeyan – Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 10’ê Gulanê (2024) ji aliyê Meclisa Gelan ve hatibû derxistin. Di qanûnê de Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 7 kanton, 6 bajarên mezin, 45 bajar û 141 bajarokan hatiye dabeşkirin.

Li gorî yasaya hilbijartinê pêwîste li 192 navendan hilbijartinên şaredariyê bihatana lidarxistin. Lê ji ber herêmên Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ne, li van herêman hilbijartin nayên pêk anîn. Herwiha li hinek deverên ku nû bûne bajar û bajorêk jî binesazî ya pêwîst nehatiye çêkirin, lewma li wan deran jî hilbijartin çênabin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê cihên ku derfetên hilbijartinê lê hene weke 5 bajarên mezin, 37 bajar û 91 bajarok diyar kirine.

Li gorî van agahiyên wê li Kantona Cizîrê ji bo 67 şaredariyan, Kanto Dêrazor 18, Kantora Reqa 15, Kantona Firatê 14, Kantona Minbicê 6, Kantona Tebqa 9 û Kantona Efrîn û Şehba jî ji bo 5 şaredariyan hilbijartin çêbibin.