Hestiyên wan di bîra avê de hat dîtin, kes nehat cezakirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 909’an de xwestin dawî li bêcezatiya dosyaya Abdulbakî Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk, Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik bê anîn ku hestiyên wan li navçeya Qosera Mêrdînê di bîra avê de hatin dîtin.

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin di hefteya 909’emîn de çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe bi awayek online çalakiya xwe pêk anîn, xwestin bêcezatiya di dosyaya Abdulbakî Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk, Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik ku di 29’ê adara 1995’an de hestiyên wan li gundê Efarê yê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê di bîra avê de hatin dîtin de, bê dawî anîn

Endama Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz daxuyaniya heftê xwend. Zeynep Yildiz bi bîr xist ku 210 hefte ye Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin û ew ê dest ji cihê xwe Qada Galatasarayê û windakiriyên xwe bernedin. 

Carek din agahî nehat girtin

Zeynep Yildiz dosyeya windakirinê ango darizandina her çar windakiriyan parve kir û wiha qala serpêhatiya windakirin wan kir: “ Kemal Bîrlîk ê 26 salî û Zekî Alabaik ê 34 salî, li Girtîgeha Qoserê hikumxwarî bûn. Roja 29’ê adara 1995’an cezayê wan ê 3 sal û 9 mehan temam dibû û dê bihatana berdan. Kemal ji malbata xwe re name şandiye û gotibû ‘bi qelebalixî werin pêşwaziya me’. Bavê wî Abdulbakî Bîrlîk û birayê wî Zubeyîr Bîrlîk roja tehliyeyê çûne girtîgehê. Leşkeran wan hildaye hundirê girtîgehê. Lê belê ne yên ku dê bihatana berdan û ne yên ku çûbûn pêşwaziyê, carek din xeber ji wan nehat girtin. Şahidên bûyerê ji malbatên windakiriyan re ragihandine ku wan li wesayîtek leşkerî siwar kirine.”

Dosya li refikên tozgirtî hatin hiştin

Zeynep Yildiz da zanîn ku malbata Bîrlîk û Alabalik serî li hemû meqamên ji herêmî bigire heta netewî dan. Lê belê dosyeya lêpirsîna wan heta 2012’an li refikên tozgirtî yên Dozgeriya Qoserê. Zeynep diyar kir ku ÎHD’a Mêrdînê û malbatan di sala 2013’an de serî li dozgeriyê dan û xwestin li bîrek li gundê Efarê xebata kolandinê bê kirin û li ser vê serldanê xebat hat kirin û hestiyên her çar welatparêzan jî di bîrê de hatin dîtin. Zeynep Yildiz diyar kir ku malbatan û ÎHD’ê derbrê Wekîlê Fermandarê Leşkeriya Qoserê yê wê demê Hasan Atîlla Ûgûr û berpirsiyarên din de gilî kirin. 

Zeynep Yildiz anî ziman ku her çiqas giliyê berpirsiyar hat kirin jî lê di encama polîtîkaya dewletê ya bêcezahiştinê berpirsiyar û kujer bê cezahatin hiştin û tu encamek ji serlêdan û gilîkirinê derneket. Zeynep Yildiz got ew ê dest ji aqûbeta windayan û têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.